Jinên li Mexmûrê: Cilên kurdewarî nasnameya me ye

  • 09:27 4 Adar 2022
  • Çand û Huner
 
Qeder Kar 
 
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê cil û bergên kurdewarî hêj ji hela jinan ve tê parastin. Gelek jin di jiyana rojane de jî cilên kurdewarî li xwedikin. Hewa û Sekna ji zarokatiyê heta niha dev jî li xwekirina cilên kurdewarî bernedane û wiha dibêjin: "Cil û bergê me nasnameya me ye."
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), jinan hewl didin ku çanda xwe ya jiyanê zîndî bihêlin. Yek jî wan cil bergên kurdewarî ye. Jinan 
li wargehê hêj jî dest ji cil û bergên xwe yên kurdewarî bernedane di nava jiyana rojane de li xwe dikin. Jinên bi navê Hewa Şirnexî û Sekna Oremarî ji ajansa me re behsa girîngiya cil bergên kurdewarî kirin. 
 
‘Cil û berg dibin nasnameya mirovan' 
 
Hewaya ku bi eslê xwe ji Şirnexê ye, diyar kir ku hêj ji zarokatiyê de cilên kurdewarî li xwekiriye û got: "Ji zarokatiyê heta niha ez cilên kurdewarî li xwedikim. Ev çanda kirasê ji dayik û dapirên me derbazi me bûne. Dayika min bi destê xwe ji bo me kiras didirut wek her herêmekê kirasên me jî bi şikleki cuda dihat dirûn. Ev şekl jî çandek cuda ya Şirnexê bû. Cil û berg dibin nasnameya mirovan. Her herêmek bi cil û bergên xwe tê naskirin. Dema em li memleket em diçûn ciheki her kesî gor edetên xwe kirasên xwe li xwe dikirin û wisa dihatin naskirin. Di nav her qewmî de yan ji gundî de her kesî kirasên xwe li xwe dikirin. Kesekî kirasên herêmek din li xwe nedikirin ji ber wê ji her kes bi cilên xwe dihat naskirin."
 
‘Me bi morikan krasê xwe dixemiland' 
 
Hewa, wiha qala çêkirina cilên xwe dike: "Di nava her karî de ango di jiyana rojane de me cilên xwe yên kurdî li xwe dikir. Kirasên me bi şêweyek du rengî tê çêkirin ya yekem hertîm bi rengê spî ya din jî her kesek li gor xwe rengekî dieciband. Lê bi taybet jî rengê spî dihat tercîhkirin. Kirasên lewendî jî bi taybetî dema em diçûn dawetar me li xwe dikir. Me bi morikan kirasên xwe dixemiland. Me cilên xwe me bi dest didûrut, wê demê makineya cildirutinê tunebû. Her tişt bi dest dihat kirin." 
 
‘Ez ê çand û zimanê xwe biparêzim' 
 
Hewa, dibêje ku pêwiste mirov tu cara dev jî kewneşopiyên xwe bernede û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez bi çanda xwe mezin bûm. Pêwistê em çanda xwe û zimanê xwe biparêzin. Ez wek jinek min tu carî dest ji çanda xwe û zimanê xwe bernedaye. Ez li ku derê bim an ji biçim ku derê ji ez ne çanda xwe ne ji zimanê xwe dihêlim."
 
‘Ez zarokbûm jî min hez cilên kurdî dikir' 
 
Sekna jî wekî Hewayê hêj di biçûktiya xwe de cil û bergên kurdewarî li xwe kiriye û wiha dest bi axaftina xwe kir. "Ez jî ji zarokatiyê heta îro cilên kurdewarî li xwe dikim. Ev çanda malbata min e. Ez hêj zarokbûm heskirina min li hemberî cilên kurdî hebû. Li gorî min dema ez dest ji cilên kurdewakî berdim wê demê ez ê ji çanda xwe jî û zimanê xwe jî ji bîr bikin. Pêwiste mirov hemû rê û rêbazên xwe yên berê ji bîr neke li ser urf û edetên xwe tevbigere."
 
‘Her herêm bi cilên xwe tê nasîn' 
 
Sekna, cil û bergên kurdewakî wek nasnameyê dinirxîne û wiha nêrîna xwe anî ziman: "Her herêm û her eşîr bi cilên xwe tên naskirin cil û bergên mirov dibin nasnameya mirovan. Her kes bi cilên xwe bi maqul dibe û xweşik dibe. Ez çanda cil û bergan bi ziman ve girêdidim ger ku kesek bi zimanê xwe ne axîve wê demê ew nayê naskirin. Bila her kes xwedî li çand û zimanê xwe derkeve.’’
 
‘Niha her kes li gorî xwe şêwazek dide kirasan’
 
Seknaya ku bi eslê xwe Geveriye wiha dawî li axaftina xwe anî: "Cilên herêma me ya Geverê bi şêweyê kiras û kurtek tê çêkirin. Wek her herêmeki kirasên me ji şêweyekê xwe yê cuda heye bi taybet dema kirasên me tên çêkirin pêwiste kiras kurtek û lewendiyên wan bên bikaranîn. An jî ji wateya xwe derdîkeve dema lewendî bi kiras ve neyê dirutin em ji wan cilan re nabêjin kiras ji ber ku bi wan tê naskirin. Lê niha her kes li gorî xwe şêwazek cuda di de kirasan.”