Strana Newroza 2022'yan amade ye: Agirê Newrozê hilke
- 12:11 10 Adar 2022
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Strana Newrozê ku wê îsa bi şîara "Dem dema serkeftinê ye" bê pîrozkirin aşkera bû.
Starta Newroza îsal ku wê bi şîara "Dem dema serkeftinê ye" bê pîrozkirin, li Amedê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û bi tevlîbûna partiyên ku di nav Koma Xebata Tifaqa Kurdistanê de cih digirin bi deklerasynekê hat dayîn.
Di bernameya deklerasyonê de danasîna stran û qlîba Newroza 2022'yan hat kirin. Gotinên strana "Agirê Newrozê hilke" ji aliyê Mihemedê Pirosî ve hatine nivîsandin û wiha ne:
“Bihar ket Kurdistanê, hêlîna teyrê baz î
Li erdê şêr û piling, her dem bi gav û bez î
Li ser sînga Zagrosan, tu zinar lat û raz î
Li dor agrê Newrozê, tu stran tu awaz î
Hay hil ke hil ke hil ke agrê newrozê hil ke
De gur ke gur ke gur ke agir pîroz gur ke
Bihar ket xwezayê, tu baz î tu şahîn î
Li çar kenarê welat, nobedar parêzvan î
Tu şêrejina çeleng, cotê kezya dihejînî
Li dor agrê Newrozê, strana xwe dixwînî
Hay hil ke hil ke hil ke agirê newrozê hil ke
De gur ke gur ke gur ke agir pîroz gur ke.”