Serlêdanên ji bo qursên zimanê kurdî dest pê kirin
- 12:09 21 Tîrmeh 2022
- Çand û Huner
AMED - Têkildarî qursên zimanê kurdî MED-DER'ê li ser malpera xwe ya medyaya dîjîtal da zanîn ku serledanên wan ên ji bo qursên zimanê kurdî dest pê kirine.
Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) li ser malpera xwe ya medyaya dîjîtal ragihand ku serledanên wan ên ji bo qursên zimanê kurdî yên rû bi rû û online dest pê kirine. MED-DER'ê da zanîn ku kesên dixwazin beşdarî qursan bibin, dikarin formê tije bikin û li gorî daxwaza xwe dersên rû bi rû yan jî online hilbijêrin.
Di qursên MED-DER'ê de sê ast hene û di qursan de dersên zaravayên kurdî yên kirmanckî û kurmancî tên dayîn.