Belgefîlmê Hêzayê cara şeşan xelat wergirt
- 14:50 25 Tîrmeh 2022
- Çand û Huner
ENQERE - Belgefîlmê Hêza di 14’emîn Mîhrîcana Fîlman a SiciliAmbiente de hêjayî Xelata Mafên Mirovan a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hate dîtin. Çêker Afat Baz têkildarî mijarê wiha got: “Xwediyên vê xelatê, jinên li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê têkoşiyayîn û yên li dijî wê canê xwe feda kirinin.”
Mîhrîcana Fîlman a 14’emîn a SîcîlyAmbîensê îsal di navbera 11-16’ê tîrmehê de li Şaredariya San Vîto Lo Capo ya Sîcîlyayê hate kirin. Ji Rojhilata Dûr, Efrîqa, Rojhilata Navîn, Ewropa û Amerîkayê 35 berhem tev li mîhrîcanê bûn.
Ji xeynî nîşandanên fîlman, her wiha semîner û panel jî hatin lidarxistin û jurî tenê jin bûn. Di festîvalê de ji bo fîlmê herî baş, belgefîlmê herî baş, mafên mirovan û hawirdorê xelat hatin dayîn.
Belgefîlma Hêza hêjayî Xelata Mafên Mirovan a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hate dîtin. Li ser navê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Francessa Corbo di xelatdayînê de ev tişt anî ziman: “Di çîroka Hêzayê de ku ji nava lepên DAIŞ’ê reviya û piştre li hemberî DAIŞ’ê şer kiriye, derhênera jin Derya Denîz vegotineke xurt kiriye.”
Çêker Afat Baz jî li ser navê koma belgefîlmê xelat stend û wiha got: “Ev xelat, xelata wan jinane ku li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê têkoşiyan û di vê rêyê de canê xwe feda kirin.”
Amnesty Internatîonal li dinyayê mafên mirovan diparêze. Li temamî dinyayê herî kêm 2 milyon endamên wan û 5 milyon çalakvanên wan hene. Xelata Amnesty Internatîonalê di qada mafên mirovan de di nav xelatên herî bi prestîj de cih digire.
Belgefîlma Hêzayê jî heta niha xelatên wekî belgefîlma herî baş, fîlma herî baş û xelata mafên mirovan jî tê de bi giştî 6 xelat wergirtine.