'Xwendekarên Zanîngeha Kobanê parastina hebûn û nasnemeya xwe dikin'

  • 09:01 30 Tîrmeh 2022
  • Çand û Huner
Yara Kendeş
 
KOBANÊ - Mamosteya Zanîngeha Kantona Kobanê Perîşer Ismaîl û Xwendekara Beşa Wêjeyê ya Zanîngeha Kobanê, Rodîn Mihemed, têkildarî ziman û wêjeya kurdî wiha gotin:"Wêje û Ziman pêdiviyeke sereke ye, ji ber ku parastina hebûn û nasnemeya xwe dike. Ji ber ku ya ji cîran, dijmin, dewlet û neteweyên din cuda dike, wêje ye. Xwendekarên Zanîngeha Kobanê jî parastina hebûn û nasnemeya xwe dikin."
 
Di ziman û wêjeya Kurdî de, çanda xweafirandinê û naskirinê, zanistî û gerdûnî heye. Ziman xwezayî ye, ji bo naskirina her çand, ziman, kevneşopî, ol û hwd. ziman xwedî roleke girîng e. Ziman bingeheke ku civatan komî hev dike ye û dihêlê ku bi hevdu re bicivin. Her wiha ziman gelek mijaran bi xwe re dide nasîn, ziman hebûna her mirov û civakê ye. Mirov bê ziman nikare bicive, danûsitendinê bike, naskirinê bike û derdora xwe fêm bike. Girîngiya ziman di jiyanê de xeta herî esas û guncav e. Ferq di navbera zimanan de nîne ji ber ku her zimanek, wêjeyek civakekê dide pênasekirin.
 
Têkildarî mijarê Mamosteya Zanîngeha Kantona Kobanê Perîşer Ismaîl û Xwendekara Beşa Wêjeyê ya Zanîngeha Kobanê, Rodîn Mihemed nêrînên xwe anîn ziman. 
 
'Di destpêka de hinekî hejmara mamosteyan kêm bû'
 
Perîşerê di destpêka axaftina xwe de nirxandin li ser hebûna wêjeya Kurdî û rola wê ya di nava Zanîngehê de kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Bi giştî li Beşa Wêjeyê di sala 2017'an de li Zanîngeha Kantona Kobanê cara yekemîn beşa Wêjeyê dest pê dike û heta roja îro berdewam dike. Her wiha her salek ku derbas dibe, asta pêşketin û gavavêtinên pêşketî zêdetir dibe. Ji ber ku di destpêkê de hinekî hejmara mamosteyan kêm bûn. Her wiha di milê xebatkariyê de negihaştin wê astê, her wiha li rex vê yekê jî em bêjin hinekî derfetên alîkariyê jî kêm bûn. Lê belê piştî ewqas ked, kar û xebatê em ji wê astê derketin û me astek baş ava kiriye."
 
'Xwendekar hestên xwe di wêjeya Kurdî de derdixe pêş'
 
Perîşerê di nava axaftina xwe de behsa guhertinên ku di Zanîngeha Kobanê de bûye, bi taybet di milê beşa Wêjeyê de û got: "Di dema borî de zimanên di Zanîngeha Kobanê de kêm bû, yanî em dikarin binirxînin ku pirzimanî di zanîngehê de bi cîh nebûbû. Lê belê niha em zimanê kurdî, erebî, îngilîzî û hwd. dikarin bipejirînin. Em pêşketineke pir mezin û balkêş ji aliyê şagirtên xwe de dibînin. Her wiha di çavên wan hezkirina van zimanan tê xuyakirin. Em bala xwe didên, belkî xwendekar di sala yekemîn de hîn nehatiye wê astê, lê piştî wê em bala xwe didên ku şagirt pêş dikevin. Di heman demê de ev hest li gel wan ava dibe, êdî beşdarî mihrîcan, pêşbirkên helbest, çîrok hwd. dibin. Em balê dikşînin ku êdî xwendekar hestên xwe di wêjeya Kurdî de derdixe pêş. Her ku xwendekar di zimanê Kurdî de xwe kûr dike, her ku diçe zêdetir nas dike û ava dike."
 
'Xwendekarên Zanîngeha Kobanê parastina hebûn û nasnemeya xwe dikin'
 
Perîşerê di dewamiya axaftina xwe de diyar kir ku êdî gelek gavên girîng hatine avêtin û wêjeya Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê hatiye naskirin û wiha bi lêv kir: "Wêje û Ziman pêdiviyeke sereke ye, ji ber ku parastina hebûn û nasnemeya xwe dike. Ji ber ku ya ji cîran, dijmin, dewlet û neteweyên din cuda dike, wêje ye. Xwendekarên Zanîngeha Kobanê jî parastina hebûn û nasnemeya xwe dikin. Wêje dihêle ku kesayeta mirov bê afirandin û hebûna xwe pênase bike. Ji ber vê jî xwendekarên me û yên din jî bi gotinên biçûk bi bandor nabin û naxapin. Êdî dizanin ji bo çi dixwînin, ji bo çi lêgerîn û lêpirsînê bi kar tînin. Her wiha têkiliyên me bi Bakur, Diyasporaya Kurdî, hema di vê dawiyê de jî di qonaxa mastirê re jî derbas bû. Beşa Wêjenasîn û Zimanasînê di nav de heye, êdî wê doktoraya me di Rojavayê Kurdistanê bi xwe jî çêbibe."
 
'Dahûrandin bi ziman xwe derdixe pêş'
 
Perîşerê di dawiya axaftina xwe teqez kir ku heta kêliya dawiyê dê lêpirsîn û lêgrînên xwe ji bo naskirina wêjeyê berfirehtir bikin û bi van gotinana dawî li axaftina xwe anî: "Zanîgeha Kobanê ji bo fêrkirin û danasîna her wêjeyê, naskirin û dahûrandina zimanan xwe derdixe pêş. Her wiha dibe pirsgirêk hebe, kêmasî jî hebe, lê ruxmî vê jî hertim şagirt bi dilşahî li pey naskirinê û fêrkirinê ne. Em jî her kesî, ciwanên me yên zîrek ên xwedî xewn û xeyalên azad, bi zanebûna jiyanê pêş bixin."
 
'Çawa ku mirov bi dayika xwe ve tê girêdan, ziman jî eynî wiha ye'
 
Xwendekara Beşa Wêjeyê ya Zanîngeha Kobanê, Rodîn Mihemed nêrîna xwe di derbarê wêjeyê de wiha anî ziman:"Zanîngeha me di destpêkê de ne wisa bû, helbet her tiştek weke destpêkê namîne. Helbet hinek astengî kêmasî jî hebûn, çi di warê Zanîngehê de be çi di warê xwendekar û mamosteyan de be. Çawa sîstema xwe da avakirin, pişt re bi demê re êdî mamosteyên pispor, ku xwe di milî wêje û ziman de pêş xistine jî dest bi kar kirin. Bi çareserkirina pirsgirêkan êdî gavên ber bi pêşketinê ve hatin avêtin. Weke ziman jî helbet girêdanek çêdibe. Çawa ku mirov bi dayika xwe ve tê girêdan, ziman jî eynî wiha ye." 
 
'Ziman di jiyana me de xala herî girîng e'
 
Rodînê di dawiya axaftina xwe da zanîn ku ziman girêdayî giyanê mirov e û wiha got: "Ziman di jiyana me de xala herî girîng e, wêje jî ne tenê zanebûn, xweşikbûn, naskirin, avakirin û afirandina kesayetê ye. Helbet hemû zanist wateyên wan heye, lê wêje giyaneke pir xweş e. Her wiha mirovê ku bê wêje be ew mirov qels û zuha dimîne. Em bang li tevahî jinên ciwan dikin ku berê xwe bidin hezkirina wêjeyê û ez tu carî nikarim hezkirina xwe ya ji wêjeya Kurdî re şîrove bikim."