Bernameya meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê hat eşkerekirin
- 15:37 31 Tebax 2022
- Çand û Huner
AMED - Bernameya meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê hat eşkerekirin
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha îlonê aşkere kir. Di navbera 7 û 23'yê îlonê de lîstika Moliere ya bi navê "Dek û Dolabên Scapen" ku lîstikvan Ozcan Ateş wergerandiye kurdî û "Hinek Henek" a derhêneriya wê Yavûz Akkûzû û Nazmî Karaman dikin, wê bên pêşandan.
Bernameya meha îlonê wiha ye:
* 7-8-9'ê îlonê saet di 20.00'an de: Dek û Dolabên Scapen
* 10-12-15-16'ê îlonê saet di 20.00'an de : Hinek Henek
* 17-18-22-23'yê îlonê saet di 20.00'an de: Dek û Dolabên Scapen