Bernameya meha kanûnê ya Şanoya Bajêr a Amedê eşkere bû
- 11:47 24 Mijdar 2022
- Çand û Huner
AMED - Bernameya meha kanûnê ya Şanoya Bajêr a Amedê eşkere bû. Şanoya Bajêr dê di navbera 2 û 24’ê mijdarê de bi lîstikên xwe derkeve pêşberî şanohezan.
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha kanûnê eşkere kir. Şanoya Bajêr a Amedê dê di navbera 2 û 24’ê kanûnê de bi lîstikên xwe derkeve pêşberî şanohezan. Dê lîstik, li avahiya Şanoya Bajêr a Amedê ya li Semta Dîclekent a Peyasê ya Amedê bên pêşandan..
Bernameya meha kanûnê wiha ye:
*2-3-9 û 10’ê kanûnê: Dek û Dolabên Scapen. (19:30)
Nivîskar: Moliere
Derhêner: Ozcan Ateş
*16-17’ê Kanûn: Don Kîxot. (19:30)
Nivîskar: Ji romana Miguel De Cervantes
Derhêner: Ferhat Feqî
*23-24’ê Kanûn: Tartuffe. (19:30)
Nivîskar: Moliere
Derhêner: Rûknettîn Gun”
Kesên bixwazin şanoyê temaşe bikin dikarin li ser vê navnîşanê bilêtan bigirin:
https://biletinial.com/mekan/amed-sehir-tiyatrosu