Li dijî qirkirina çandê deng û awazên kurdî bilind bûn
- 09:02 24 Kanûn 2022
- Çand û Huner
Sema Çaglak
NAVENDA NÛÇEYAN - Polîtîkayên bişaftin û qirkirina çandî ya li dijî Gelê Kurd di sala 2022’an de jî bi hemû cûreyên xwe ji hêla desthîlatdariyê ve hat meşandin. Lê belê di sala 2022’an de rixmî hemû astengkirin û qedexekirin ziman çand û hunera kurd sekna Gelê Kurd a ji bo parastinê diyarker bû.
Çand bingeha civakê ye. Ji çanda xwe dûrketin ji hebûna xwe û ji dîroka xwe dûrketin e. Lewra êrîşên li dijî çandê hedefgirtina civakê û tunekirina wê ye. . Polîtîkayên bişaftinê yên li dijî Gelê Kurd û çanda kurd di sala 2022’an de jî bi hemû cûreyên xwe ji hêla desthîlatdariyê ve berdewam kirin. Ne tenê li bakurê Kurdîstanê li aliyê Tirkiyê jî li dijî nasname çand û zimanê kurdî bêtehamûlîyek mezin xwe da der.
Li gel qedexekirina konser û şanoya kurdî, ji serê salê heta dawiya vê salê konserên hûnermendên kurd hatin qedexekirin. Stranên bi kurdî ku li kolanan dihatin gotin sûc hatin nîşandan û li meclisê jî îqtîdarê li dijî axaftina kurdî bêtehamûliya xwe bi helwesta nîşan da aşkere kir. Ev nêzîkatiya îtîdara AKP û MHP'ê ya li dijî Gelê Kurd û nasanameya wî di serî de ji aliyê kurdan û gelek aliyên din ve bû sedema bertekan û hat şermezarkirin.
Di nava sala 2022'yan de êrîşên li ser çanda kurd ên derketin pêş wiha ne:
Lîstikên şanoyê yên bi kurdî hatin qedexekirin
Di 6’ê Adarê de Qaymeqamiya Cizîrê, beyî ku tu sedem nîşan bide lîstika şanoyê ya kurdî ya bi navê "Mem û Zîn" ya Şermola Performansê ku dê di 12'ê adarê de bihata nîşandan qedexe kir. Şermola Performansê, derbarê qedeya qaymeqamtiyê de daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kiriye ku wan ji bo qedexeyê tu sedemek nîşan nedaye.
Di 16’ê Gulanê de, listîka “Don Kîxot” a ku ji pirtûka Miguel de Cervantes a bi navê “Don Kîşot” a ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê bi kurdî hatibû dizaynkirin, ji aliyê Şaredariya Çayirova ya AKP’ê ve bi nedayîna salonê hat astengkirin. Tevî ku ji bo lîstika ku dihat plankirin di 28'ê Gulanê de li Navenda Çandê ya Necmettîn Erbakan a Şaredariya Çayirova ya Kocaeliyê bê lîstin, peyman hatibû imz kirin jî, Şaredariya Çayrovayê got, "Ji saziyeke din re hat veqetandin" û nehişt ku lîstik were pêşandan.
Di 27’ê Gulanê de Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika şanoyê ya bi navê "Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû" ya Şanoya Mencelê ku li bendê bû di 31'ê Gulanê de bihata lîstin, betal kir. Li gor agahiyên bi dest ketin, qeymeqamtiyê ewilî ji bo lîstikê gotiye "Li navenda çandê pirsgirêkeke teknîkî heye". Piştî vê ekîb çûye navenda çandê û xwestiye pirsgirêka teknîkî fêm bibe bê ka çi ye. Wê demê jî navenda çandê ji ekîbê re gotiye "Tu pirsgirêk tune ye, hûn dikarin bilîzin." Bi vê re kişf bûye ku qeymeqamtiyê belesebeb destûra lîstikê nedaye.
Li kolanan kilamên bi kurdî qedexe ne!
Di 29’ê Çileyê de hunermendên ku li kolanan kilam digotin asteng kirin û li dijî hunermendên kurd ên li kolanan bi kurdî kilam digotin êrîşên polîs û zebiteyan dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de li Kolana Îstîklalê ya Beyogluya Stenbolê, komekê ciwan ji ber ku li kolanê bi kurdî kilam digotin polîs û zabitayan êrîşî wan kir û enstrûmanên wan hatin desteserkirin. Piştî vî gelek bertek û nerazîbûn li dijî van êrîşan pêk hatin û gelek hunermend, sazî û rêxistinên sîvîl li kolanan bi armanca şermezarkirin kilamên bi kurdî gotin û êrîşên li dijî zimanê kurdî şermezar kirin.
Ji aliyek din ve jî konserên hunermendên kurd hatin betal kirin. Di 16’ê Gulanê de, Şaredariya Derînce ya AKP’î konsera hunermenda kurd Aynûr Dogan ku dê di 20’ê Gulanê de li Kocaeliyê bida betal kir. Şaredariyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê têkildarî betalkirina konserê ev peyam parve kiribû: “Hat destnîşankirin ku di encama lêpirsîneke berfireh de organîzasyona konserê ya ji aliyê şîrketeke taybet a di nava sînorên navçeya me de dê bê lidarxistin ne guncav e û ev konser ji aliyê şaredariya me ve hatiye betalkirin.”
Li dijî qedexeyan helwesta hevpar: Kurd xwedî li zimanê xwe derdikevin
Di 29’ê Gulanê de,Tora Ziman û Çandê, Navenda Çandê ya Mezopotamyayê û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî di nav de 21 rêxistin û komeleyên ziman têkildarî qedexekirina konser û şanoyên kurdî daxuyanî dan. Di daxuyaniya hevpar da hat destnîşankirin ku êrişên li ser kurdî sedsal in bi awayekî sîstematîk didomin û li ser qedexekirina konserên Aynûr Dogan û Metîn Kemal Kahraman û qedexekirina lîstikên Şanoya Mencelê rawestiyan. Di daxuyaiyê de hat destnîşankirin ku hincetên ji bo betalkirina şano û konserên kurdî zêde bûne û ev tişt hat gotin: "Kurd li her derê xwedî li zimanê xwe derdikevin. Ev yek dewletê wan diqilqilîne."
Muameleyên kêfî yên qedexekirinê berdewam kirin
Dîsa di meha Hezîranê de jî qedexekirin û astengkirina lîstikên şanoyên kurd bi awayekî kêfî berdewam kirin. Di 4’ê Hezîranê de, lîstika bi kurdî "Tartuffe" li Hêwana Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ku dê bihata lîstin ji aliyê Walîtiya Edeneyê ve hat qedexekirin. Serlêdana ji bo şanoyê jî aliyê Walîtiya Edeneyê ve hat redkirin. Walîtiyê ji bo listika şanoyê "Tartuffe" got, "Ji bo temaşekirinê ne guncav e." Serlêdan ji bo 5'ê Hezîranê hatibû kirin, lê walîtiyê biryar ji bo 6'ê Hezîranê da û ha diyarkirin ku 6'ê Hezîranê bi şaşî hatiye nivîsandin.
Her wiha di 6’ê Hezîranê de jî Walîtiya Mêrsînê jî ji bo serlêdana heman lîstikê ku dê di 6'ê Hezîranê de li Mêrsînê bihata lîstin got "ji bo temaşekirinê ne guncav e." û lîstik qedexe kir.
Platforma Hunermendan a Çukurovayê bertek nîşanî qedexekirina lîstika “Tartuffe” ya Şanoya Bajar a Amedê da û wiha got: “Em, van sepanên dijdemokratîk û faşîst şermezar dikin.”
Şanoya Bajêr a Amedê li dijî qedexekirinan daxuyanî da
Di 8’ê Hezîranê de, Şanoya Bajêr a Amedê piştî qedexekirinên listikên şanoyê daxuyaniyek da û got: “Li gel helwesta faşîst a ku hikûmetê li ser huner, çand, ziman, siyaset û qada jiyanê ya kurdan sepandiye, şaredariyên CHP'ê yên Edeneyê û Mêrsînê jî li dijî helwesta desthîlatdariyê seknek cuda nîşan nedan. Rêvebirên CHP'ê yên Edene û Mêrsînê û burokratên şaredariyan wê bi vê helwesta xwe li Tirkiyeyê zemîneke demokratîk çawa ava bikin?”
Qedexeyan dewam kir: Konsera Xecê hat betalkirin
Di 10’ê Îlonê de Konsera Xecê ku dê li Zanîngeha Şirnexê di 4'ê Cotmehê de bida ji aliyê Rektoriya Zanîngehê ve bêyî ku hincet bê nîşandan hat îptalkirin. Xecê îptalkirina konsera xwe ji ser medya dijîtal ragihand.
Konsera hunermend Mem Ararat a Mêrsînê ku di 27’ê Îlonê de bidaya ji aliyê walîtiyê ve hate betalkirin.
Bi destê qeyûm navê kuçe, kolan û taxan hat guhertin
Helbet qirkirina çandî îsal tenê bi qedexekirina konser û şanoyên bi kurdî bi sînor nema. Qirkirina çandî ku li gelek deveran berdewam kir bi destê qeyûman pêk hat. Di vê çarçoveyê de di meha Hezîranê de navê Taxa Kitibil a navçeya Sûrê ya Amedê wekî "Fetih" hat guhertin. Qeyûmê Sûrê Abdullah Çîftçî, di sala 639'an de ji bo dagirkirina Amedê ji aliyê artêşên îslamî ve bi bîr bixe, navê "Fetîh" li taxê kir û wekî hincet jî got ku gotina navê taxê zahmet bû lima hatiye guhertin.
Navê kolaneke Amedê jî Şengal bû û hikûmeta AKP’ê her tim hedef ew dikir hedef bi navê navê kolana Molla Gûranî guhertin.
Êrîşên bi ramanca jêbirina hafizayê
Siyasetek din a sûcê ku ji hêla qeyûm ve hatî meşandin guhertina mîmariya bajêr bû. Avahiyên dîrokî yên ku di pevçûnên li Sûrê de xisareke mezin dîtin, hatin hilweşandin û li şûna wan xaniyên mîna mîmariya Selçûqiyan hatin avakirin. Van avahiyên ku ne li gorî tevna bajêr in, îsal wekî kargehên qehwexane, otêlên bûtîk û xwaringehan dest bi xebatên xwe kirin. Li Amedê heta niha 559 avahiyên qeydkirî ku ji aliyê qeyûm û Wezareta Hawirdor û Bajêr ve hatine hilweşandin hene.
Lijneya Parastina Mîrateya Çandê ya Amedê di 29'ê Adarê de der barê Otela Turistik Palas a ku yek ji avahiyên girîng ên bajêr e de biryara hilweşandinê da û otel di 3'ê Nîsanê de bi biryara avahiya "bi rîsk" e hat hilweşandin. Otela Tûrîstîk a ku ji aliyê mîmarê ermenî Harutyun Sarafyan ve di sala 1953'an de li navçeya Yenîşehîra Amedê hatiye çêkirin, yek ji mînakên herî girîng ên mîmariya bajarvaniyê bû. Otelê li Amedê ji gelek civînên siyasetmedaran re mazûvanî kiribû û yek ji cihên bîranîna bajêr bû.
Navê Qada Pîknîkê ya Devegeçîdî ya navçeya Yenîşehîra Amedê guhertin û kirin Qada Piknîkê ya Recaî Kutan. Devegeçidî ji ber polîtîkayên çewt bê fonksiyon hat hiştin. Devegeçîdî bi navê Recaî Kurtan ku lê hat kirn hem kirin amûrê siyasetê, pê re jî êrîşî bîra gel kirin û xestin bê jibîrkirin.
AKP'a ku li Qibrisê mudaxeleyî hilbijartinan kir û Ersîn Tatar weke Serokkomar hilbijart, navê Ersîn Tatar li parka navçeya Rezan a Amedê kir. Navê ku li Amedê ji aliyê tu kesî ve nedihat pejirandin lêkirina navê wî li parkeke Rezanê bû sedema bertekan. Abîdeya Aştiyê ya Qibrisê û Parka Ersîn Tatar di 24'ê Mijdarê de hatin vekirin.
Projeyek din a ku gelê Amedê û saziyên sivîl ên Amedê bertek nîşanî wê dan, projeya avakirina "Daristana Bîranînê ya Devlet Bahçelî" ye ku li ser erdekî 210 dekarî li quntara Çiyayê Kirklarê ku bi destê serokatiya MHP'ê ya Amedê de hat amdekirin e. Bi vê helwesta xwe xwestin navê Devlet Bahçelî ku her roj heqaretê li gelê Kurd dike, li bajarê Amedê yê Kurdîstanê bê dayîn. Lê ev helwesta wan bû sedema çalakiyên demdirêj ên protestoyî.
Li derdora navçeya Licê ya Amedê otobusa ku wêneyê Topal Osman ê bi qetilkirina Yewnan, Ermenî û Kurdan di bîranînan de cih girt, weke peyameke ku ji aliyê hikûmetê ve ji gel re hatiye dayîn hat dîtin. Wesayît bi cil û bergên wêneyê Topal Osman ê çekdarî hatibû.
Mîhrîcana Mûnzûrê hat qedexekirin
Di 21’ê Tebaxê de, 20'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku dê di navbera 21-24’ê tîrmehê de li Dêrsimê û navçeyên wê bihata ldarxistin ji aliyê Walîtiya Dêrsimê ve hat qedexekirin. Bi hezaran kesên ji bo mîhrîcanê hatin Dêrsimê nerazîbûn nîşanî qedexeya walîtiyê dan û dest bi meşê kirin. Piştî meşê Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê ragihand ku ew ji ber qedexeyên Walîtiya Dêrsimê mîhrîcanê betal dikin.
Mîhrîcanên qeyûmê yên li Sûr û Cizîrê
Li gelek deverên bakurê Kurdîstanê û Tirkiyeyê li gel ku konserên hunermendên kurd û lîstikên şanoyê yên bi kurdî hatin qedexekirin, bi destê walî û qeyûmên ku tayînî şaredariyên HDP'ê hatin kirin li Kurdistanê mihrîcên û konserên dûrî çanda Gelê Kurd hatin lidarxistin. Lidarxistina van mîhrîcan û konseran li bajar û navçeyên ku rêveberiya xweser li wan hatibû ragihandin jî balkêş bû.
Di sala 2015’an de di qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê de ji 80 kesî zêdetir kurd hatin qetilkirin. Li Sûrê gelek avahiyên dîrokî hatin hilweşandin û avahiyên wekî girtîgehan hatin çêkirin. Ew xaniyên wekî girtîgehan jî bi pereyekî zêde xwestin bifiroşin welatiyên ku xaniyên wan hatine hilweşandin. Tevî ku şopên hilweşandina navçeya Sûrê li holê ne jî Wezareta Çand û Tûrîzmê di navbera 8-16'ê cotmehê de bi navê "Mîhrîcana Çandê ya Rêya Sûrê" "mîhrîcan" li dar xist. Gelek beşên civakê bertek nîşanî vê mîhrîcanê dan.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî di 30’ê Cotmehê de di bin navê “By Mr. Dosso Dossî Mihrîcana Muzîkê ya Cizîrê” de konserek hate dayîn. Konser ji aliye Holdînga Dosso Dossî ve bi sponsoriya Walîtiya Şirnexê û Şaredariya Cizîrê ya di bin rêveberiya qeyûm de hate lidarxsitin. Tevî amadekariyên Mîhrîcanên qeyûmê şêniyên Cîzîrê tevlî konsere nebûn û qeyûm wekî ku li Sûrê kiribû kes ji dervê Cizîrê anîn û tevli konserê kirin.
Li Meclîsê axaftna kurdî carek din hat astengkirin
Li gel perwerdeya bi zimanê kurdî ku li dibistanan nayê dayîn û qedexe ye vê qedexeyê xwe li qada sîyasî jî nîşan da. Li Meclisa Tirkiyeyê hê jî axaftina bi zimanê kurdî qedexe ye. Li Meclisê li ser budçeya sala 2023’yan partiyên siyasî nîqaş dikin. Di 6’ê Kanûnê de di hevdîtinên budçeyê de Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier li Desteya Giştî ya Meclisê bi kurdî xîtabî desteyê kir. Lê Wekîlê Serokê Meclisê Haydar Akar axaftina Taşçier di nîvî de qut kir û mîqrefon girt. Bi vê re axaftina bikurdî carek din hat astengkirin.
Li dijî hişmendiya qedexeker konsera ‘Em ê bêjin’
Di 17’ê Kanûnê de, li dijî hişmendiya qedexeker jî têkoşîna kurdan a parastina çanda xwe bi biryardarî didome. Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), dê di vê çarçoveyê de bi dirûşma "Em ê bêjin" li Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli ya li Kuçukçekmeceya Stenbolê konserek li dar bixista, lê Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê bi hinceta "dê bibe sedema xirabkirina pergal û cemaweriyê û asayîşa giştî" konser qedexe kir. Hunermendên NÇM'ê ku bertek nîşanî biryara qeymeqamtiyê dan, ragihandin ku ew ê konsera xwe li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bagcilarê li dar bixin. Beriya konserê polîsan avahiya partiyê dorpêç kirin, lê tevî hemû qedexeyan jî konser hat dayîn û gelek kes tevli konserê bûn.
Herwiha li gel hemû astengî û qeexeyên li ser ziman, çand û hunera kurd di sala 2022’an de sekna Gelê Kurd a ji bo parastina çand û nasnameya xwe diyarker bû.