Fadîleya 60 sal in dengbêjiyê dike: Divê xwedî li dengbêjiyê bê derketin
- 09:01 7 Çile 2023
- Çand û Huner
Sema Çaglak
ŞIRNEX - Fadîle Aytiş a 60 sal in kilaman dibêje, diyar kir ku divê xwedî li dengbêjiyê were derketin û got: "Gava ez 7 salî bûm pîrika min digot ‘gotinên min pîr bike lê ji bîr neke’. Piştî vê, heta vî temenê xwe min li ser êş û kulên Kurdan lorand. Bila her kes li çanda dengbêjiyê xwedî derkeve."
Dengbêjî di çanda kurdan de xwedî roleke girîng e. Gelê Kurd li ser êş, şer, serhildan û azadiyê bi hezar salan lorandiye. Bi taybetî jî li Botanê dengbêjî bi deng û awazên xwe hêlîna dîroka kurdî pêk anîye. Gelek dengbêjên Botanê hê jî xwedî li mîrateya dengbêjiyê derdikevin. Yek ji wan jî Fadîle Aytiş a 67 salî ku li Silopiyayê dijî. Fadîle ji 7 saliya xwe ve de li ser êş û derd û kulên kurdan dilorîne. Fadîle hem bi gotinên xwe hem jî bi dengê xwe yê bi êş li ser çanda dengbêjî û kilamên xwe axivî.
'Ez ji 7 heft saliya xwe ve ye dibêjim'
Fadîleyê bi çend gotinên dengbêjiyê dest bi axaftina xwe dike û dibêje dengbêjî ji malbata wan tê. Fadîle, wiha axivî: “Ez ji 7 heft saliya xwe ve ye dibêjim. Pîrika min dengbêj bû. Gava kilamên dengbêjiyê digot, serê min datinî ser çongê xwe û digot, 'Gotinê min nehêlîne li erdê, bixe paxila xwe'. Min ewil jê fêm nedikir. Min ji dê û bavê xwe re digot pîrika min tiştekî wiha dibêje, ez fêm nakim. Wan jî ji min re digotin yanî dibêje gotinên wê bixe hiş û guhê xwe. Piştî vê min tim li kilamên pîrika xwe guhdar kir û hemû xistin hişê xwe."
‘Pîr bike lê ji bîr neke’
Fadîleyê, bal kişand ser hunera dengbêjiya pîrika xwe û got: “Dema ez hê biçûk bûm pîrika min digot, ‘Fermanek hat, ewil kir qêrîn û fermana ermenîstan e, çawa ku li wir ferman hat îja dora me kurdan e. Vêca şêx û axayên me kom kirin, anîn ber îdamê. Pê xistin darên qendîlanê.’ Pîrika min digot wan gotinan pîr bike lê ji bîr neke. Min jî jê re digot ma qey ez pîr im. Wê jî digot heke emrê te hebe tu yê pîr jî bibî. Ev mîrateya pirîka min e. Vêca min gelek kilamên şer, cengan got.”
Peyama yekîtiyê
Fadîleyê, anî ziman ku êş û zilmên ku li ser kurdan hatiye kirin bûye sedema zêdebûna dengbêjiyê. Fadîle, got: “Sedema vê qêrîn, gotin û dilsotinê, hemî ji roja sedsalên me yên wêdetir e. Tiştê hatiye serê me kurdan nehatiye serê kesan. Kezeba dayikan li ber çavên wan hatin kuştin. Dayik hemî girtin, kom kirin. Wextê ku meriv wê êş û qîrînê dibîne wê çaxê meriv fêm dike û dixe hişê xwe li ser vedibêje. Dilsotin û dilkulî mecbûrî lorandinê ye. Heke tu nelorînî û rondikên çavan nebarînî tu têra tiştekî nakî. Divê kurd bi hev re rast bin an na wê têk biçin. Li ser vê jî kilamên dengbêjiyê dihatin gotin. Kurmê darê ne di nivêka darê de be dar kurmî nabe. Ger em yek bin bi top, tank û teyaran bi me nikarin. Heke tu tifaqak bî tu tifaq î. Heke tu ne tifaq bî tu wek bejik î. Ev gotinên me yên mezin, pîr û kalan in.”
‘Divê dengbêjî pêş biçe’
Fadîleyê, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di demên dawî de dengbêjî qels bûye û got: “Dengbêjî divê gelek bişuxile û li ser were gotin. Heke tu ji 7 saliya xwe ve fêm nekî dema tu werî 20 salî jî tu tiştî fêm nakî. Heke tu ji wê çaxê ve bilorînî tu yê bibî dilkul û dilmelîl. Wê çaxê tu nikarî xwe bigirî û tu yê bilorînî û rondikan ji çavan bibarinî. Gava ez 7 salî bûm bira û pismamên min hatibûn kuştin. Ev êş û barekî me yê giran bû. Wê çaxê pîrika min serê min danî ser çonga xwe û li ser mala bav û diya xwe lorand. Ez hê biçûk bûm.”
‘Welatê me çar aliyê wê çiyayê rengîn in’
Fadîleya bi gotina kilamên dengbêjiyê gotina xwe bi dawî kir wiha got:"Heke ji çar aliyan ve em tifaq bûna kesî bi me nedikarîbû. Seddam çekên kimyewî bi kar anî hat darvekirin. Niha jî çekên kîmyewî hate bikaranîn kesekî negot vê çekê bi kar neyne. Ev çekên kimyewî yê Ewropayê ye loma kes jî tiştekî nabêje. Niha dinya hemû ji me kurdan ditirse, lewma hemû li ser me bûne îtifaq. Welatê me zêrîn e, welatê xelkê behr e. Ava behre tehl û şor e nayê vexwarin. Welatê me çar aliyê wê çiyayê rengîn in, av şerbet û şêrîn in. Lewma fermanê li ser me dihewînin.”