'Çanda Kurdî bi komkumjiyan tune nabe'

  • 09:07 28 Çile 2023
  • Çand û Huner
 
Medya Uren
 
AMED - Li dijî êrişên li ser çanda Kurdî û êrişa dawî ya li hemberî navenda çandê ya  Ahmet Kaya pêk hat ji Bakur, Başûr, Rojavayê Kurdistanê û Dîasporayê jinên hunermend û rewşenbîr dan zanîn çanda Kurdî bi komkujî û komployan nayê tunekirin û gotin:"Em ê li hemberî êrişan helwesta xwe bi awayekî herî bi hêz nîşan bidin."
 
Çand û hunera Kurdî ya li ser landika şaristaniyê hebûna xwe didomîne roj nîne ku êriş lê neyê kirin. Ji bo bişaftin û tunekirinê dagirker her tim di nava hewldanê de ye. Di rojên borî de yek ji mînakên van êrişan rû da. Di 23’yê Kanûna 2022’yan de li ser Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Kaya êriş pêk hat û di encamê de endama Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û Abdullah Kizil hatin qetilkirin.
 
Jinên hunermend û rewşenbîr ên ji Bakur, Başûr, Rojavayê Kurdistanê û Dîasporayê têkildarî êrişên li dijî nasnameya kurd û komploya Parîsê nirxandinên xwe parve kirin.
 
‘Divê hesap were dayin’
 
Rewşenbîr û çalakvana mafê mirovan a li Başûrê Kurdistanê dijî, Bêrivan Bergerayî êrişên li dijî çandê weke tunekirina hebûna kurd pênase kir û got: “Kurd li ku bin ferq nake. Li kîjan alî, li kîjan welatî destkeftiyek têkildarî kurdan hebe êriş lê tê kirin. Li her çar parçeyên Kurdistanê zext li me tê kirin û bi wê re sînordar namîne. Li Parîsê beriya demekê mînaka van êrişan hate jiyîn. Ango ev komplo ne ya yekem e ku bi ser gelê kurd de tê. Beriya niha 10 salan li heman deverê bi heman rengî 3 jinên kurd hatin qetilkirin. Em dizanin muhatabê bûyerê dewleta tirk bi xwe ye. Lê belê dewletên din jî ji vê ne bê behr in. Ev komkujî li ber çavên wan pêk tên û ger a yekem hatiba çareserkirin wê îro komkujiyên din jî pêk nehatiban. Em hesabê vê ji hemûyan dixwazin. Ango pêwîst e ev komployan berfireh werin nirxandin. Ne tenê qetilkirina kesayetekî ye. Li Ewropayê jî dixwazin çi bandorê li ser gelê kurd bikin xuya ye. Weke ku qetilkirina jinan helal tê dîtin. Lêpirsîn û cezayek ji bo kujeran nayê dayîn.”
 
‘Tehemula wan li hember navê kurdî nîne’
 
Bêrîvanê da zanîn ku tehemula wan li hember navê kurdî nîne û got:"Hunermendek dikare bi çi rengî ji bo kesan bibe cihê metirsiyê? Hunermendek çawa dikare kîn û nefretekê ava bike? Êrişkirina li ser navenda çandê tu şîroveya wê nîne. Ev asta bêtehemuliya wan nîşan dide. Li hemberî navê kurd jî tehemula wan nîne. Bi taybetî helwesta li hemberî cenazeyê Mîr Perwer hatiye nîşandan her tiştî eşkere dike. Ji cenazeyê Mîr Perwer tirsiyan. Tirkiye li nava Bakurê Kurdistanê bi zext û zordestiyên dike re sînor derbas kiriye. Gelek kes tenê ji bo nasnameya xwe ya çandî hatin girtin û yek ji van jî Mîr Perwer bû. Ji  ber wan zextan hate Ewropayê û li wir jî bi heman rengî êriş lê hatiye kirin. Ev silsileya polîtîkayên wan e û ji hev ne qut in. Di demek nêz de hemwelatiyên me yên ji Başûrê Kurdistanê ji bo tedawiyê hatibûn Bakurê Kurdsitanê û êriş li wan hat kirin. Pêwîst e ev jî baş were lêkolînkirin ku ji wan polîtîkayên Tirkiyeyê ne qut e.”
 
‘Hedefgirtina hunermend, hedefgirtina civakê ye’
 
Hevseroka Navenda Tev-Çand'ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sumeye Muhemed di serî de da zanîn ew weke hunermedên Rojavayê Kurdistanê êrişa li ser navenda Çandê ya Ahmet Kaya pêk hatiye şermezar dikin û wiha dest bi axaftinê kir: “Hertim hunermendan hedef digirin. Ji ber armanca wan tunekirina çand û nasnameya kurdî ye. Hedefgirtina hunermendekî hedefgirtina wê civakê tevahî ye. Ji ber wê jî pêwîst e sekna me ya li hemberî êrişan eşkere û bandorker be. Pêwîst e kes bêdeng nemîne û herkes xwedî helwest be. Di dema êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrînê de, destpêkê qadên çandê hedef hatin girtin. Li Serêkaniyê jî bi heman rengî êriş li ser çandê pêk hat. Hişmendiya dagirkeran heman e. Dixwazin bi qirkirina çanda me gelekî tune bikin. Ji ber wê ye ewqas ji hunermendan, ji berhemên wan û ji cezaneyên wan jî ditirsin. Dema Mîr Perwer anîn Muşê û cenazeyê wî hate revandin hertişt eşkere dikir jixwe. Em ê li hemberî wê bêhtir li çanda xwe xwedî derbikevin û bibin tirsa wan ya herî mezin.” Sumeye herî dawî sersaxî ji bo malbatên 3 kesên li Parîsê hatine qetilkirin xwest.
 
‘Xwestin vîna kurdan bişkînin’
 
Endama Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Kaya ya li Parîsê stranbêj Nuarîn a ku rêhevaltiya Mîr Perwer kiriye jî hestên xwe bi van gotinan parve kir: “Beriya 10 salan li Parîsê sê jinên siyasetmedar hatin qetilkirin. Bi minasebeta salvegera wê, me li vir amadekariyên mîtîngekê dikir. Di dema amadekariyên mîtîngê de piştî 10 salan careke din komkujiyek pêk hat. Vê yekê xemgîniyekî bi me re çêkir lê divê baş were zanîn ku hêrsa me jî li hemberî wê zede ye. Xwestin di kesayeta wan de nasnameya kurdan tune bikin. Xwestin vîna gelê kurd bişkînin. Em dikarin bêjin ku sekin û bertekên gelê kurd careke din ev êriş vala derxistin. Gelê kurd xwedî li çanda xwe, xwedî li hunermendên xwe derket. Lewra Fransaya komkujiya berî niha 10 salan çareser nekir berpirsiyarê vê komkujiyê bû. Pêwîst e ew bûyerê ronî bikin. Em berpirsiyarên van komkujiyan ji Roboskiyê, ji komkojiya Dêrsimê, ji qetilkirina Denîz Poyraz, qetilkirina Nagîhan Akarsel û bi hezaran qetlîamên weke vê nas dikin. Bila kes me bi hincetan nexapîne. Dibêjin li hemberî biyaniyan êriş pêk anî. Lê li wir bi sedan kargehên biyaniyan hebû. Çima ji nava hemûyan navenda çanda kurdî hedef hate girtin. Em kurd baş dizanin lê divê ew jî bi devên xwe vê yekê bêjin.”
 
‘Mîr gel bi xwe bû’
 
Nuarîn di berdewamiya axaftina xwe de qala rêhevalê xwe yê çandê Mîr Perwer kir û got: “Mîr li Tirkiyeyê ji ber zext û cezayên lê hatiye birîn beriya 2 salan hatibû Ewropayê. Di nava 2 salan de xwe li vir da hezkirin. Ji zarokan heta kalan herkesî ji Mîr hez dikir. Ew hunermend bû, gel bû, şoreşger bû û welatparêz bû. Dikarî di nava hemû xebatan de cih bigire. Rojeva wî ya yekem hertim ev têkoşîn bû. Rojeva wî azadiya Kurdistanê bû. Wî pêşengtiya ciwanan, ya hunerê, ya rêxistinbûyînê dikir. Em îro dixwazin xwedî li soza wî, saza wî û doza wî derbikevin. Divê hunermendên kurd xebata wî ya di nîvî de ma temam bikin. Ji bo em ji êrişan re bibin bersiv ev ji me tê xwestin. Divê em layiq bin. Kes dostê kurdan nîne. Pêwîst e em bibin yek, pêwîst e em xwedî li hev derbikevin. Mîr dixwest bi stranên Hozan Serhed were binaxkirin. Me li vir daxwaza wî anî cih lê mixabin destûr nehat dayîn ku li welat ev daxwaza wî were cih. Dewletek wisa ye ku ji miriyên kurdan jî ditirse. Ger yekîtiya me nebe wê ev êriş berdewam jî bikin. Hêza me heye em dikarin bidin sekinandin.”
 
‘Divê em bibin bersiv’
 
Endama Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (NÇM) ya Bakurê Kurdsitanê Wesîle Yuksel jî bi van gotinan bertek nîşanî komkujiyê da: “Dagirkeran her tim bi êrişkirina çand û hunerê re civak hedef girt. Îro jî em mînakên wan êrişan dibînin. Li Bakurê Kurdistanê em her roj bi van êriş û qirkirinên çandî re rû bi rû dimînin. Bi girtin, zext û astengiyên derdixin re dixwazin me bêdeng bikin.” Weslîle jî yek ji wan hunermendan e ku ji ber xebatên xwe yên çandê bi 2 zarokên xwe re di girtîgehê de maye. Ew jî ji nêz ve bûye şahidê zextên li ser hunermendan tê kirin. Weslîle ji rêhevalên xwe yên hunermend jî nimûne da û got li hemberî zextan pêwîst e em bibin yek û bersiva herî xurt nîşan bidin.