Mîhrîcana FilmAmed sibehê wê dest pê bike
- 12:25 26 Îlon 2023
- Çand û Huner
AMED - 8'emîn Mihrîcana FilmAmedê dê sibê dest pê bike.
Di pêşengtiya Komeleya Sînemaya Rojhilata Navîn a li Amedê xebatên xwe didomîne de dê îsal 8'emîn Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê were lidarxistin. Di mihrîcana ku dê di 27'ê Îlonê de dest pê bike û heya 1'ê cotmehê dom bike de 31 belgefîlm werin nîşandan. Derhênerên 13 fîlmên ku dê werin nîşandan jin in. Her wiha di çarçoveya mihrîcanê de dê panelek û forumek jî were lidarxistin. Endama komeleyê Rojhilat Aksoy a ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî, hemû sînemahez vexwendin mihrîcanê.
Rojhilat destnîşan kir ku ew ji ber lidarxistina mihrîcanê bi kelêcan in. Rojhilat, anî ziman ku ew berî niha berî niha wan bi şaredariyan re mihrîcanan pêk anîn û li gel tayînkirina qeyûman ew di mekanên alternatîf de mihrîcanên xwe li dar xistine û got: “Em fikirîn ku bikaranîna eywanên şaredariyê yên bi tayînkirina qeyûman û tunehesibandina vîna gel hatine desteserkirin dê exlaqî nebana.”
‘Belgefîlm û mihrîcan lêgerîna heqîqetê ne’
Rojhilat destnîşan kir ku belgefîlm bi mijarên binpêkirina mafên mirovan, pêvajoyên siyasî, bêedaletiyên civakî hem neteweyî hem navneteweyî hişyariyê didin avakirin û got: “Ji ber belgefîlm ji bo dînamîkên civakî werin fêmkirin, têkoşîna gelan a siyasî bidin nasandin û dîroka alternatif a gelan bidin diyarkirin bîrekê ava dike. Belgefîlm û mihrîcan di heman demê de de lêgerîna heqîqetê ne, lêgerîna heqîqetê bi nêzîkatiyekê hûnerî radixe ber çavan, hewl dide bibe deng, ziman, wijdan û neynika gel.”
'Me ne bi mijarek, bernameyeke ji mijarên cuda pêk tê, amade kir'
Rojhilat têkildarî mijara mihrîcanê ev tişt anî ziman: “Me îsal ji bo mihrîcanê mijarek diyar nekir. Ji ber em 3 sal in nikarin mihrîcanê li dar bixin mijarên gelek filmên li ser mafê mirovan, bêedaletiyên civakî, pirsgirêkên ekolojîk û jinan disekinin mijara mihrîcanê diyar kirin. Me ne bi mijarek, bernameyeke ji mijarên cuda pêk tê, amade kir.”
Banga xwedîderketinê
Rojhilat banga xwedîderketinê mihrîcanê ji hemû kesên belgefîlman çêdikin, temaşe dikin û sînemahezan kir û got: “Em pê dizanin ku şopîneran me bêriya Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê dikin. Em hemû kesan di navbera 27’ê îlonê û 1’ê cotmehê de ji bo temaşekirina fîlmên mihrîcanê vedixwînin eywanên Şanoya Bajêr a Amedê, Zarok Ma, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr.”
Fîlmên wê werin nîşandan
Filmên dê di çarçoveya mihrîcanê de werin nişandan tevî navên derhêneran bi kurdî, tirkî û ingilizî wiha ne:
“* Dengê Radyoya Rewanê li Ku ye? /Where is The Voice of Radio Rewan? / Rewan Radyosu’nun Sesi Nerede?/ Mûstafa Orman
* Ma Qey Ev Jî Nebû! / Isn’t It a Goal Too?/ Bu da mı gol değil? / Feyzî Baran
* Wergerandina Ulyssesê / Translating Ulysses/ Ulyssesi Çevirmek - / Aylîn Kuryel &Firat Yucel
* Tamî Aw / The Taste of Water / Suyun Tadi / Ebrahîm Saedî
* Daristanên Bakur / Northen Forests /Kuzey Ormanları / Julia Lazarus
* Hêza / Derya Denîz
* Jimareya Laboratûarê 2 / Laboratory no 2 / Laboratuvar No 2 -Edrîs Abdî, Aware Omer
* Pişt Baxçeyê Zeytûnan / Behind The Olive Grove / Zeytinliğin Ardı / Mervan Serhat Sarişin
* Heft Senfoniyên Zagrosê - / Seven Symphonies of Zagros / Zagros’un Yedi Senfonisi / Perwîz Rostemî
* Zimanê Dayîkê / Mother Tongue / Anadil / Sarkew Mesgari
* Çiya, Bi Nêrîna Jinan / Mountains, A Feminine Narration / Dağlar, Kadının Gözünden - Rebwar Mahmoud Pour
* Dartaş / Dartash /Dartaş / Xelîl Sehragerd
* Le Pacha, ma mère et moi / Paşa, Dayika Min û Ez / The Pasha, My Mother And I / Paşa, Annem ve Ben / Nevine Gerits
* Lêger / The Researcher / Araştırmacı / Esîn Akgul Guneş & Omer Leventoglû
* Bedewiya Nepen a Iraqê / Iraq’s Invisible Beauty / Irak’ın Saklı Güzelliği / Sahim Omar Kalifa
* Dîwarên Dê Bên Hilweşandin / Walls Which Will Be Destroyed / Yıkılacak Duvarlar / Hebun Polat - Şerîf Çîçek
* Koçer / The Nomad / Göçer / Selîm Alan
* Mehla Qorê / The Korea Neighborhood/ Fatma Çelîk
* Vegera Malê / Homecoming / Eve Dönüş / Dîlan Engîn
* Hîwa - Mozhgan Kavoosi
* Ez, Dayika Min û Toz / Me, My Mother and Dust / Ben Annem ve Toz / Çagla Gillis
* Jiyana Rewşenbîrekî Kurd: Casimê Celîl / The Life of a Kurdish Intellectual: Casimê Celîl / Bir Kürt Aydının Hayatı: Casimê Celîl / Ozlem Dîler- Celîl Badikanli
* Hatay :17-24 Nisan 2023/ Îmre Azem
* Cîhana di Serê Min de / The World in My Head / Başımdaki Dünya / Yalçin Çîftçî
* 13’ê Gulanê / 13 May / 13 Mayıs / Tariq Tofiq Qadir
* Harmonîya ji bo Piştî Şer / Harmony For After War / Savaş Sonrası için Harmoni /Pablo Tosco &Migue Roth
* Nanê Pîroz / Holy Bread / Kutsal Ekmek /Rahim Zabihi
* Sidik û Panter / Sidik and the Panther / Sidik ve Panter – Rêber Dosky
* Sîmir / Phoenix / Anka – Helîn Çelîk
* Di Valahiyê De / In The Space / Boşlukta - Somnur Vardar
* Hevokên Nîvco / Unfinished / Sentences / Bitmemiş Cümleler – Adar Bozbay "