'Me dît welatiyên li Amedê bêriya 'Mîhrîcana FîlmAmedê' kirine'

  • 09:36 30 Îlon 2023
  • Çand û Huner
 
 
AMED - Rojhilat Aksoy û Dilan Toftik, ên têkildarî Mîhrîcana FîlmAmedê ya 8'emîn a ji aliyê Komelaya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn hat lidarxistin, axivîn, wiha gotin:"Me mijarên bêedaletiya civakî, pêvajoyên siyasî, binpêkirina mafan girtin dest."
 
Mîhrîcana cara yekem bi navê "Rojên Belgefilman ên Amedê" di 18-24'ê Nîsana 2011'an de hat lidarxistin, di 1982'yan de bi "Em Kurd in" vebû. 40 film a ji nava nêzî 70 filman hat hilbijartina û hat pêşandan. Mîhrîcan her sal bi mijareke civakî dewam kir. Ji aliyê Şaredariya Peyasê ve di gulana 2012'yan de 2'yemîn Mîhrîcana Belgefilmên FilmAmedê hat lidarxistin û 34 film hatin xweşpêşandan. Ev filmana diyarî 34 kesên li Gundê Roboskiya Qilebana Şirnexê di 2011'an de hatin qetilkirin, hat kirin. Mîhrîcana sêyemîn jî diyarî Sakine Cansız, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez hat kirin. Di 2017'an de jî mîhrîcana 6'emîn di 23-27'ê Gulanê hat lidarxistin. Vê carê mîhrîcan ji aliyê Komelaya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn di navbera 27'ê Îlonê û 1'ê Cotmehê tê lidarxistin.  
 
Têkildarî mîhrîcanê endama Komelaya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn Rojhilat Aksoy û derhênera Komelaya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn Dilan Toftik nirxandin kirin. 
 
'Gelek tema di nava van filman de hene'
 
Rojhilatê diyar kir ku FilAmedê malovantiya gelek kategoriyan kiriye û wiha lê zêde kir:"Mîhrîcana FilmAmedê çar parçeyan û dîasporayê tîne gel hevdu. Derhênerên belgefilman li vir di warê xwedîfadekirinê de zehmetiyan nakşînin. Ji 100 filmê zêdetir serlêdan ji bo FilmAmedê hatin kirin. Ji 31 filman 13 jê aîdî jinan e. Gelek tema di nava van filman de hene."
 
'Ev mîhrîcan ji bo me gelekî girîng e'
 
Rojhilatê bi lêv kir ku ev mîhrîcan ji bo me gelekî girîng e û wiha got:"Gelek filmên bi mijarên ekolojî, têkoşîna jinan, binpêkirina mafan, parastina mafan serlêdan kirin. Temamiya temaya me ji vana pêk tên û me bi tevahî dan. Mîhrîcana FilmAmedê berê bi Şaredariya Kayapinarê dihat çêkirin. Dema piştî 2016'an tayinkirina qeyûman xebata bi şaredariyan zehmet bû. Piştî qayûm hatin tayinkirin me bi komele û STK'yan organîze kir. Piştî qeyûman di warê dîtina eywanê de me zehmetî kişand. Bi saya alîkariya STK'yan em û gel hatin ba hevdu. Dema şaredarî ne di destên qeyûman de bûn, me zehmetî nedikişand. Di warê alîkarî û lidarxistina mîhrîcana FilAmed de me zehmetî nekişand." 
 
Piştî 3 salan carek din FîlmAmed 
 
Rojhilat, diyar kir ku piştî 3 salan carek din Mîhrîcana FîlmAmed tê lidarxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji hêla girseya Amedê ve hesretek hebû, ji ber ve jî eleqeyeke mezin hat nîşandan. 4 Saziyên sivîl ên civakî ji bo cih piştgirî dan. Şanoya Bajêr a Amedê, cihê Zarok Ma, Dicle Firat û Bezgîn Bekir salona xwe ya sînemayê dan me. Her wiha me dît ku li gorî demên borî hejmara derhênerên jin zêde bûye. Berê hem hejmara fîlmên ku mijara wê jin e û hem jî hejmara derhênerên jin kêm bû. Di hêla hejmar û kalîte de derhêner û fîlman digirin dest mirov guherîne ferq dike. Di hêla kalîteyê de bandora xwe li mîhrîcanê kir. Ji bo koma me ya mîhrîcanê, asta ku derhênerên jin û mijarên fîlman serkeftî bû ev tişt mirovan dilşad dike."
 
Di mîhrîcanê de gelek nîqaş pêk hatin
 
Rojhilat, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser zehmetiyên ku derketine holê: "Li gorî salên borî vê salê gelek zehmetiyan re rûbirû mane. Em bi tevlîbûna sînemavanên jin a FîlmAmedê gelek motîve bûn. Ev mîhrîcan li gorî kesayetiya gelê Amedê ye. Gelê Amedê berxwedêr e, têkoşer e ji ber vê jî derhêner, sînemavan, panelîst û mêvanên ku tevlî mîhrîcanê bûn bi beşdaran re gelek mijar nîqaş kirin. Ji bo gelê Amedê ev mîhrîcan hesretek bû. Ligel ewqas sansur, qedexeya ramanê, îhlalkirina mafê mirovan me di bi hev re nîqaşek meşand bi derhêneran re gotûbêjan pêk anî."
 
Eleqeya li hemberî FîlmAmedê
 
Dîlan jî da zanîn ku li gorî derfetên xwe Mîhrîcana FîlmAmedê li dar xistine û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Me bi piştevaniya saziyên sivîl ên civakî mîhrîcana xwe li dar xist. Piştî 3 sal şûnde carek din em bi FîlmAmed'ê derketin û ev tişt ji bo me gele bi heyecan bû û em gelekî dilşad in. Eleqeyek mezin li hemberî mîhrîcanê hebû. Koma bijartina fîlman bi taybetî giranî da ser derhênerên jin. Hat xwestin ku fîlmên ku bi nêrîn û perspektîfa jinê hatî amadekirin ragîhinin sînemahezan. Ev tişt ji bo me girîng bû. Her wiha dê di roja yekşemê an go sibê panelek bê lidarxistin û ev panelîst hemû jin in û em ê mijara 'Mafê temsîliyetê ya bi rûmet' nîqaş bikin."
 
Dîlan di axaftina xwe de bal kişand ser zextên li hemberî jinê ya qada sînemayê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di demên dawiyê de li her qadê jin bi zextan re rûbirû dimînin. Lê bi hêzeke mezin li ber xwe jî didin. Em bi sînemayê xwe parçeyeke vê berxwedanê dibînin. Nîqaşa jinan di vê helê de gelek girîng e. Em bang li gelê Amedê dikin ku bên tevlî FîlmAmedê bibin û fîlman temaşe bikin."