Li ser birayê xwe nivîsî: Dilê wî dê xwe bigihîne gelek kesan

  • 09:04 4 Nîsan 2024
  • Çand û Huner
 
 
Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Pirtûka Gulîstan Al a li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê tê girtin a bi navê "Reşo - Şoreşgerek Dilê wî tijî heskirin" ya birayê xwe Şiyar kiriye mijara wê ku di sala 2016'an de li Cizîrê jiyana xwe ji dest da, ji Weşanên Aryenê derket. Gulistanê dibêje, "Tiştê ku em binivîsin tenê dikare bigihîje kesên ku amade ne bibihîzin. Lê ez bawer dikim ku ev pirtûka, dilê Reşo dê xwe bigihîne gelek kesan."
 
Gulîstan Al ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunayana Kayseriyê girtî ye, pirtûka bi navê "Reşo" ku li ser biryê xwe Şiyar ê ku di 2016'an de li jêrzemînên li Cîzîra Şinrexê hat qetilkirin nivîsye û tê de gotar û helbestên bi tirkî û kurdî ji aliyê malbata wê ve hatine nivîsandin jî cih digirin ji Weşanên Aryen derket.
 
Adana’da 2016 yılında “Örgüt üyeliği” iddiasıyla tutuklanan Gülistan tutsaklığı boyunca, Osmaniye, Antep, Kayseri cezaevlerinde kaldı. 2022 yılının Nisan ayında ise ağırlaştırılmış müebbet hapis cezası onanınca tek kişilik hücrede tutulmaya başlandı. 
 
Gulîstan a ku di sala 2016'an de li Edeneyê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin, di tevahiya dema girtina xwe de li girtîgehên  wekî Osmaniye, Dîlok û Qeyseriyê ma. Di Nîsana 2022’an de dema ku cezayê muebetê yê girankirî lê hat birîn, di hucreya yek kesî de hat hiştin.
 
Gulîstanê di nameya xwe de li ser pirtûka xwe ji ajansa me re nirxandin kir. 
 
'Name xwedî hêzeke mezin a hestyarî û exlaqî ne'
 
Gulîstan a ku bi vegotina paşerojê dest bi nameya xwe kiriye, derbarê naveroka pirtûka xwe ya bi navê Reşo de wiha got: “Ev 7 sal in ez di girtîgehê de me. Piştî erêkirina cezayê giran ev 2 sal in ez di hucreyê de dimînim. Wek ku di kitêba Reşo de hatiye ravekirin, zehmetiyên jiyanê yên ku bi rastiya bi koçberkirina ji gund ber bi metropolan ve di temenê biçûk de dest pê kirine, bûne sedema biyanîbûna ji nasnameya me û jibîrkirina zimanê me yê zikmakî. Tevî her tiştî, çanda ku di hundurê malbatê de bi hewildanên dê û bavên me hatî parastin dikare piştî demekê bi we re bibe alîkar ku hûn vegerin ser cewherê xwe. Min li zanîngeha Meletiyê dixwend, di sala duyemîn de min dev ji xwendina xwe berda. Ez dikarim bibêjim ku wateya jiyanê piştî sala 2013’an kûrtir bûye. Nameyên di pirtûka Reşo de bêguman xwedî cihekî û girîngiyeke cuda ne.  Ji ber ku em dikarin bi rêya nameyan bi malbat û xizmên xwe re têkiliyê deynin. Ev nameyên hesreta ku em tê de xweşikî û zehmetiyên jiyanê parve dikin, her tim xwedî hêzeke mezin a hestyarî û exlaqî ne. Bi gotineke din, ji rûpelên ku ew gotin lê hatine rêzkirin wêdetir ew radiweste. Carinan silavek ku di nameyekê de tê şandin jî wek pirtûkekê dirêj û kûr xuya dike. Ji ber vê yekê wateya ku em didin wê diyar dike ku li ku derê radiweste.”
 
'Nivîsandina wê di dîrokê de yek ji erkên me yên mirovî ye'
 
Gulîstanê di nameyê de derbarêku çawa biryara nivîsandina pirtûka Reşo daye de, balê dikişîne ser nebûna ragihandinê ya li girtîgehan û wiha got: “Xala ku  çawa ev fikir pêş ket ev e ku em bi Reşo re pêşî bûn xuşk û birayên hev û piştre jî em bûn rêhevalên hev. Nivîsandina wî û ravekirina wî ji bo min her dem ramanek zindî bû. Lê dema ku ji bo bidestxistina vê bû xala min a xwerexnekirinê. Çi ew nameyên ku hem ji aliyê malbatê û hem jî xizmên me yên ku wî nas dikin be, her du hefte carekê bi têlefonê 10 deqe, hestên watedar ên ku bi hêstiran têne vegotin, an bîranînên hesreta ku bi bişirîn li ser rûyan têne vegotin, di civînên vekirî de be. Salê çend caran hev bibînin... Vana xezîneya pirtûka Reşo pêk anîn. Ez di wê baweriyê de me ku yek ji erkên me yên bingehîn ên mirovî ye ku em li ser wan kesên ku berxwedan ji xwe re kirine qible  binivîsin da ku di dîrokê de bimînin. Ji ber ku ev erka me ya morvî ye."
 
"Nameyên di navbera min, xwarzê û biraziyên min de ku ku ez nikarim wan bibînim..."
 
Gulîstanê di dawiya nameya xwe de destnîşan kir ku nameyên malbatê ji ber şert û mercên giran ên li girtîgehan ji bo wan xwedî wateyeke mezin in û got, "Tevî ku şert û mercên zindanê yên ku em tê de ne û bi taybetî jî şert û mercên hucreyê yên em tê de ne. di têkiliyên me yên bi malbat û xizmên me de astengiyan çêdike jî hewildana me ya têkilîdanînê watedar e.  Girtîbûn hem di ragihandinê de hem jî di her alî de sînoran bi xwe re tîne. Ji ber vê yekê em bala xwe didin ku ev amûra ragihandinê ya di navbera me û xizmên me de heta ku ji destê me tê, zindî bimîne. Hevokên ku bi îfadekirina diya min a nexwende hatine nivîsandin, gotinên hestiyar ên ku bavê min dinivîse, wêneyên ku xarzî û biraziyên min yên ku min ew nedîtine xêz dikin û yên ku ez xêz dikim û nameyên ku tên û diçin têkiliya nabera me diparêzin. Ez dikarim bibêjim ku asta morala me li gel esareta fizîkî bi domkirina têkiliyên rasteqîn xurt dikin."
 
'Reşoyê di dilê min de'
 
Gulîstanê, anî ziman ku armanca din a nivîsandina pirtûka Reşo birayê wê Şiyar e ku di sala 2016'an de li jêrzemîna Cizîrê hat qetilkirin û çima navê pirtûka xwe kiriye Reşo wiha vegot: "Di rastiya xwe de çîroka Reşo çîrok birayê min Şiyar e.  Wek ku di gelek beşên pirtûKê de hatiye gotin. Di kurdî û tirkî de ji zarokatiyê  ve carna nav li gorî rengê çermê zarokan li wan tê kirin  Ji ber ku ew bi xwe re di nav aşitiyê de ne, van navan her tim rûyê wan kenandiye. Bi rastî em dikarin bibêjin ku çîroka navê ji zarokatiyê dest pê dike ye. Lê sedema rastî ya Reşo ew e ku di rêwîtiya jiyanê de wekî Reşo tê naskirin û binavkirin e. Ji ber vê yekê ez dikarim bibêjim ku faktora sereke ew e ku ew wekî Reşo di dilê xizmên me û bi taybetî jî hevalên xwe de dijî. Ji ber vê yekê ez di wê baweriyê de me ku ev sernavê herî guncaw e ji bo pirtûka li ser kesê ku bedewiya xwe ji kenê li rûyê xwe digirine.”
 
'Tiştên ku em dinivîsin digihîje mirovên ku amade bibihîzin'
 
Gulîstanê wateya nivîsandina nameya xwe ya weke jinekê wiha rave dike: "Têkoşîna fîzîkî û zêhnî ya jineke ku hewl tê dayîn laş û ramana wê were veşartin, li dijî neçarkirina navê mêrekî ji bo nivîsandina ramanên xwe. dihêle ku em hîn bêtir girîngiya nivîsandinê fam bikin. Ji ber vê yekê nivîsandin, di wateyekê de hesta ku em dikarin xwe îfade bikin îfade dike. Her çend zehmetiya veguheztina hest û ramanên xwe yên ku em bi peyvan vedibêjin û hewl didin bi hevokan diyar bikin jî bo nivîsandinê ji mijar bi mijar diguhere, wekî di her tiştî de, zehmetiya nivîsandinê dikare encamên watedar û xweş derxe holê. Di van şert û mercan de em di girtîgehê de ne, tenê em dikarin şert û mercên nivîsandinê ji xwe re çêbikin. Ji ber ku rastiya me ya di vî warî de ne temam bûye, pirtûka Reşo berhemek e ku bi keda malbat û xizmên me, di şert û mercên ku hatine hewldan de hatiye afirandin. Bê guman, rastiyek heye ku di dawiyê de, ramanên me û tiştên ku em dinivîsin tenê dikarin bigihîjin mirovên ku amade ne wan bibihîzin. Lê ez bawerim ku ev pirtûka, dilê Reşo wê xwe bi gelek kesan bide naskirin.”