Çanda dengbêjiyê ya ji 12 salî dest pê kir, didomîne

  • 09:03 13 Nîsan 2024
  • Çand û Huner
 
AMED - Herem Nergiz a ji 12 saliya xwe dest bi dengbêjiyê kiriye û li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê li berxwe dide wiha got:"Em ê di nava her şert û mercê de xwedî li çand û zimanê xwe derkevin."
 
Di warê pêşketina çand û ziman de girîngiya dengbêjiyê zêde ye. Di qada dengbêjiyê de rola jinan jî gelekî girîng e. Yek ji jinên xwedî li vê çandê derdikeve Herem Nergiz e. Herem di 12 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê dike. Heremê li ser dengbêjiyê axivî. 
 
'Em ziman û muzîka kurdî hîn bûn'
 
Heremê da zanîn tevî polîtîkayên asîmîlasyonê jî ew xwedî li çanda dengbêjiyê derdikeve û wiha got:"Bavê min hîn em 12 salî bûn bi destê min û yê xwişka min girt û me bir Akademiya Huner û Çandê ya Cegerxwîn. Dixwest em ziman û muzîka kurdî hîn bibin. Wê demê em zarok bûn û vê yekê hîn zêde bala me dikişand. Min tenbûr girt xwişka min jî keman. Wexta em hînî enstrumanan bûn xwesteka me zêde bû û me hîn zêde bala xwe dayê. Piştre em derbasî Konservatuara Huner û Çandê ya Aram Tîgran bûn. Me nêzî 4 salan li wir perwerde dît. Lê mixabin piştre qeyûm hat tayinkirin û hat girtin. Em jî derbasî Komeleya Huner û Çandê ya Dîcle Firatê bûn. Me li wir Koma Dîcle Firatê ava kirin. Xebatên me hîn serkeftî dewam dikin. Em tevli miting, Newroz û konseran bûn."
 
'Xwesteka min a hînbûna çand û hunera kurdî hebû'
 
Herem da zanîn ew Eslika Qadir, Ayşe Şan, Meyrem Xan ji xwe re mînak digirin û wiha pê de çû:"Ez di 12 saliya xwe de hînî muzîkê bûm. Ji zarokatiya min û heta niha her tim xwesteka min a hînbûna çand û hunera kurdî hebû. Çimkî mirov bi çand û hunera xwe tê naskirin. Hebûna mirovan li ser helbest û stranên wan tê avakirin. Ez hîn zêde li Radyoya Erîvanê guhdar dikim û li dengbêjên me yên berê guhdarî dikim. Ez li stranên Eslika Qadir, Ayşe Şan, Meyrem Xan guhdar dikim û wan mînak digirim. Dema ez li stranên wan guhdar dikim hişyariyek di min de ava dibe."
 
'Em ê xwedî li çand û zimanê xwe derkevin'
 
Heremê bi lêv kir ku mirov bi çand û nirxên xwe tên naskirin û wiha got:"Zextên li ser çand û hunera kurdî gelekî zêde ne. Me jî ev gelek dît. Dema em derdiketin konserekê me jî astengî didît. Tevî van zextana jî em hunera xwe dewam dikin. Em ê di nava her şert û mercê de xwedî li çand û zimanê xwe derkevin. Loma divê em kurd li her qadên jiyanê bi zimanê xwe biaxivin. Ziman ji bo gelan gelekî girîng e. Divê ciwanên kurd li kilamên xwe xwedî derkevin."
 
'Em wekî jin bi pirsgirêkan rû bi rû dimînin'
 
Heremê da zanîn ew di her qadên jiyanê de bi zihniyeta baviksalarî rû bi rû dimînin û wiha got:"Ez berî her tiştî jineke kurd im ciwanek im. Em wekî jin bi pirsgirêkan rû bi rû dimînin. Zextên zihniyeta baviksalarî zêde ne. Çimkî ew naxwazin jin dengê xwe bidin bihîstin. Armanca min a herî mezin xwenaskirin, xwedîderketin li ziman û çandê ye. Ziman hebû ne jiyan e. Dewsa civak cih zêde bide tirkî bila zimanê xwe biaxivin."
 
'Neaxaftina bi zimanê xwe dibe bingeha asîmîlasyonê'
 
Heremê da zanîn divê ciwanên kurd li çand û zimanê xwe xwedî derkevin û got:"Divê her netew zimanê xwe biparêzin. Ez bang li ciwanên kurdan dikim. Ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê em nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Divê ciwanên me li dijî van zextana hîn bêtir li zimanê xwe xwedî derkevin. Ez hêvî dikim ku dayik û bav bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Divê em tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Bila ciwanên me tim ziman û çanda xwe lêkolîn bikin bixwînin û nehêlin bê jibîrkirin."