'Divê em malên xwe veguherînin dibistanên Kurdî'

  • 09:02 15 Gulan 2024
  • Çand û Huner
 
Oznûr Deger 
 
MÊRDÎN - Aktîvîsta zimanê Kurdî Elîf Zana Halefoglu bal kişand ser Cejna Zimanê Kurdî û got: “Divê beriya her tiştî em malên xwe veguherînin dibistanên zimanê Kurdî. Heta ku dê û bav zarokên xwe bi Kurdî perwerde nekin wê serkeftin jî bidest nekeve. Divê em li her derê Kurdî biaxivin.”
 
Bi pêşengiya yek ji rewşenbîrên Kurd Celadet Alî Bedirxan ve komek Kurdî di 15’ê Gulana 1932’yan de li paytexta Şamê ya Sûriyeyê Kovara Hawar derxistin û di ser de 92 sal der bas bû. Kovara Kurd Hawar ku bi alfebeya latînî hat derxistin, piştgiriyek girîng da Kurdî û pêşî li zêdebûna weşanên kurdî vekir. Ji 2006’an heta niha 15’ê Gulana ku kovara Hawarê dest bi jiyanê kiribû wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. 18 sale li her derê Kurdistanê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Stargeha îsal jî di 11’ê Gulanê de li Êlihê hat dayîn. Li hemû  bajarên Kurdistanê di vê çarçoveyê de bername hat amadekirin û wê heta 1’ê Hezîranê bername û aktîvîte bidomin.
 
Li gelek bajaran bernameyên Cejna Zimanê Kurdî didomin û xebatên ciwanan yên li ser Kurdî jî didomin. Li Mêrdînê jî ciwan li ser ziman xebatên xwe dimeşînin. Aktîvîsta zimanê Kurdî Elîf Zana Halefoglu  jî li Mêrdînê ji bo belavbûn û axaftina ziman xebatê dimeşîne. Zanayê bi wesîleya 15’ê Gulanê der barê girîngiya ziman de nirxandin kir.
 
‘15’ê Gulanê Cejna Ziman, hebûnê ye’
 
Zanayê daxuyakirin ku 15’ê Gulanê ji bo Kurdan rojek girîng û xweşe û wiha vegot: “15’ê Gulanê cejna ziman û hebûna m eye. Divê em nirxa zimanê xwe bizanibin. Divê em pîrozvahiyan bi 15’ê Gulanê sînor nekin û her roj ziman û çanda xwe bidomînin. Em em in em Kurd in. Em bi ziman, çand û dîroka xwe Kurd in. Em bi navê Kurd dibin Kurd. Ji ber vê em bi coşek mezin wê rojê pîroz dikin.”
 
‘Divê ciwanên Kurd zimanê xwe biparêzin’
 
Zanayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku her gel xwedî zimanekî ye û xwe bi zimanê xwe îfade dike. Zanayê nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Zimanê Kurdan jî Kurdiye. Her netew bi zimanê xwe heye. Em jî bi zimanê xwe bi Kurdî hene. Ziman ji bo pêşketin û serkeftina gel girîng e. Ziman ji bo kes tişta herî girîng e. Rêbaza xwe îfadekirinê ye. Têkiliya navbera mirovan de ava dike. Ji bo hişmendî û rihê Kurdbûnê pêş bikeve  ziman girîng e. Divê xwedî lê bê derxistin û parastin. Divê bi nivîsandin û xwendinê, bi axaftinê bê parastin. Dayika min Kurd e, ez jî Kurd im. Ji ber vê zimanê min Kurdî ye. Kurdî zimanekî qedîm e. Em wek Kurd hatin dinê. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Ev ji bo me mîrateyek dîrokî ye. Divê ciwan xwedî li zimanê xwe derkevin û bibin asta herî jor.
 
‘Min biryar da li her derê Kurdî biaxivim’
 
Zanayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema çûm dibistanê min yek gotinek Tirkî nizanibû. Mamoste ez dam zorê. Tundî li min hat kirin. Ji bilî Kurdî min ziman nizanibû. Gotin tu wisa bikî tuyê polê de bimînî. Min wisa Tirkî fêr kir. Lê li malê û jiyanê de min her tim bi zimanê xwe Kurdî axivî. Gelek malbat li malê Kurdî naxivin. Ji du sê gotinên wan yek Tirkiye. Ji ber vê min biyar da li ku derê dibe bila bibe ez ê Kurdî biaxivim. 4sa l eli her qadê bi Kurdî diaxivim. Yê hember min fêm bike neke, bi navbeynkariya wergerê min fêm dike. Çima ez ji zimanê xwe tawîz bidim.”
 
‘Heta civak zimanê xwe neaxive wê biser nekeve’
 
Zanayê bi lêv kir ku li ser çapemeniya dijîtal vîdeo parvekiriye û li ser vê hejmara kesên ku ew dişopandin zêde bûye û wiha got: “Bi vi awayî ez bûm aktîvîsta zimanê Kurdî. Ev du sale li ser çapemeniya civakî helbestên Kurdî dixwinim. Vîdeoyan parve dikim. Paşgotinan dixwînim. Min dît ku Kurd her diçin ji zimanê xwe dûr dikevin. Gelek sedemên vê hene lê ya yekemîn polîtîkayên asîmîlasyonê ne. Lê divê em vê ji holê rabikin. Bi armanca ciwanan bikim xwedî hişmendî di vê platformê de min cih girt. Bêyî ziman em nikarin biserkevin. Em xwedî li zimanê xwe dernekevin wê sibê zimanê me bibe yên hinekên din. Em zimanê xwe teslîmê biyaniyan nekin. Em xwedî li xwe derkevin.”
 
‘Divê em malên xwe veguherînin dibistanan’
 
Zanayê balkişand ser jinan û têkiliya bi ziman re û wiha pê de çû: “Jin hîndekarên ewil yên jiyanê ne. Ji ber vê divê zêdetir li dijî ziman bi hestiyar bin. Divê bi zarokên xwe re bi zimanê xwe biaxivin. Ger zarok zimanê dayikê fêr nebin her tim aliyekî wan kêm be. Beriya her tiştî divê em malên xwe veguherînin dibistanên zimanê Kurdî. Mixabin li dibistanan Kurdî nayê fêrkirin. Wek dersa hilbijarte tê dayîn. Ev heqeretek mezine. Lê em dikarin malên xew veguherînin dibistanan. Heta ku dê û bav zarokên xwe perwerde nekin wê serkeftin jî neyê bidestxistin.”