Li gelek bajaran çalakiyên 15'ê Gulanê hat lidarxistin

  • 15:31 15 Gulan 2024
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di meş û daxuyaniyên ku li gelek bajaran bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hatin kirin de, hate xwestin ku kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.
 
Celadet Elî Bedirxan ê ji ber zextan weke sirgun çû Sûriyeyê û komeke rewşenbîrên kurd di 15’ê Gulana 1932’yan de Kovara Hawarê ku ji bo zimanê kurdî weke “mîladek” tê qebûlkirin derxistin. Kongreya Navnetewî ya Kurd di sala 2006’an de 15’ê Gulanê ku hejmara ewil a kovarê lê derket weke “Cejna Zimanê Kurdî” îlan kir. Ji vê salê ve li çar aliyê Kurdistanê û cîhanê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi aktîvîte û çalakiyên cûr bi cûr tê pîrozkirin. Îsal jî li gelek bajaran aktîvîteyên weke daxuyanî, meş û panele hatin lidarxistin. Di van aktîvîte û daxuyaniyan de daxwaz hevpar bû: “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.”
 
Stenbol
 
Şaxa OHD’a Stenbolê, li ber Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniya ku pankarta kurdî “Divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” hate vekirin de endamê OHD’ê Îhsan Aytûç metna çapemeniyê xwend. 
 
Îhsan ê dîroka Cejna Zimanê Kurdî vegot, destnîşan kir ku bi ruhê wê demê ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî têdikoşin. Îhsan, destnîşan kir ku di rojên dawî de guhertina destûra bingehîn di rojevê de ye û divê di destûra bingehîn a nû de weke li gelek welatan kurdî weke zimanê fermî yê duyemîn were nasîn. Aytûç da zanîn ku ji bo kurdî bibe zimanê fermî dê weke OHD’ê kampanyayê bidin destpêkirin. 
 
Êlih
 
Şaxa OHD’a Êlihê û Baroya Êlihê jî bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî da. Di daxuyaniya li ber edliyeyê hate dayîn de gelek parêzer amade bûn. Endamê OHD’ê Med Rizgar Akman, da zanîn ku ji roja avabûna Komara Tirkîyeyê heta niha, kurd, zimanê kurdî û çanda kurdî ji hêla dewletê ve nehatine naskirin û wiha got: “Îro jî polîtîkayên Tirkîyeyê yên înkarkirin û asîmîlekirinê berdewam e. Bi milyonan zarokên kurd di dibistanan de nikarin perwerdehîyê bi zimanê kurdî bibînin. Şano, konser, fîlm û hemû cure çalakî û şahîyên bi kurdî hîn jî tên qedexekirin. Di sazîyên fermî de kurdî nayê naskirin. Di dadgehan de ji bo parastina bi zimanê Kurdî pere tê xwestin û gelek caran mafê parastina bi zimanê zikmakî tê binpêkirin. Heta di Parlamentoyê de jî kurdî weke zimanekî ‘nenaskirî’ tê pênasekirin.” Med, anî ziman divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermî û wiha domand: “Bi minasebeta vê rojê em weke parêzerên kurd û azadîxwaz bang li Parlamentoyê û rayedarên dewletê dikin ku dev ji polîtîkayên asîmîlasyonê berdin, kurdan û kurdî nas bikin.” 
 
Li Êlihê gelek rêxistinên sivîl ên civakî, di pêşengtiya Komeleya Çand û Lêkolînên Ziman a Arî (ARÎ-DER) bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parka Yilmaz Guney daxuyanî dan. Di daxuyaniya ku pankartên “Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafekî însanî ye” û “Zimanê me rûmet û hebûna me ye” hate vekirin de gelek kes amade bûn. Kesên tev li daxuyaniyê bûn dowîzên “Her netew bi zimanê xew heye” , “Ziman şitila avakirina civakî ye”  û “Em têkoşîna zimanê kurdî bilind bikin” hatin hilgirtin. 
 
Hevserokê ARÎ-DER’ê Mazlûm Tenha, diyar kir ku zimanê kurdî zimanekî binirx, qedîm û dewlemend e û got: “Azadiya zimanê kurdî, azadiya gelê kurd e. Em ê îsal bi dirûşma ‘Her dem kurdî her der kurdî’ ji bo tecrîda li ser ziman a ku parçeyeke tecrîda li ser birêz Ocalan e rakin hin cure aktîvîteyan li dar bixin. Em ê li her derê dengê zimanê kurdî bilind bikin û rengê wî belav bikin.”
 
Mêrsin
 
Li Mêrsînê jî Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (ÇHD) ên Mêrsînê daxuyaniyeke hevpar dan. Gelek parêzer tev li daxuyaniya li ber Edliyeya Mêrsînê hate dayîn bûn. Endama OHD’ê Şîlat Turk a di daxuyaniyê de axivî wiha got: “Berî her tiştî zimanê me hebûn, nasname û rûmeta me ye. Lewre, divê em hemû bi hev re li zimanê xwe xwedî derkevin û wî biparêzin. Ev kar li ser milê me hemûyan e. 
 
Mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî hem mafekî komelî hem jî mafekî takekesî ye. Anku mafê her gelî û her takekesî heye ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibîne. Ev maf, wekî mafekî mirovan di hiqûqa navneteweyî de hatiye naskirin û di gelek danezan û girêbestên navneteweyî de hatiye misogerkirin.”
 
Şîlat, anî ziman ku ji roja avabûna Komara Tirkîyeyê heta niha, kurd, zimanê kurdî û çanda kurdî ji hêla dewletê ve nehatine naskirin û wiha domand: “Îro jî polîtîkayên Tirkîyeyê yên înkarkirin û asîmîlekirinê berdewam in. Bi milyonan zarokên kurd di dibistanan de nikarin perwerdehîyê bi zimanê kurdî bibînin. Şano, konser, fîlm û hemû cure çalakî û şahîyên bi kurdî hîn jî tên qedexekirin. Di sazîyên fermî de kurdî nayê naskirin. Di dadgehan de ji bo parastina bi zimanê Kurdî pere tê xwestin û gelek caran mafê parastina bi zimanê zikmakî tê binpêkirin. Heta di Parlamentoyê de jî kurdî wek zimanekî ‘nenaskirî’ tê pênasekirin.”
 
‘Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermî’ 
 
Şîlat a qala nîqaşên destûra bingehîn a nû ya di rojevê de kir û ev tişt gotin: “Em bi dengekî bilind bang dikin û dibêjin: Divê di qanûna bingehîn a nû de kurdî bibe xwedî statû. Ev mafê me ye. Gelek welatên dinyayê, zimanên cuda yên welatîyên xwe nas dikin û wan zimanan wek zimanên fermî qebûl dikin. Li Amerîkayê îngilîzî û spanî; li Swîsreyê elmanî, frensî û îtalî; li Rûsya, Hindistan û Efrîkaya Başûr û gelek welatên din jî ji yekî zêdetir zimanên fermî hene. Hetta li Qazakistanê perwerdehîya bi zimanê kurdî jî hatiye qebûlkirin. Bi minasebeta vê rojê em wek parêzerên kurd û azadîxwaz bang li Parlamentoyê û rayedarên dewletê dikin ku dev ji polîtîkayên asîmîlasyonê berdin, kurdan û kurdî nas bikin. Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermî.”
 
Enqere
 
Şaxa OHD’a Enqereyê jî li ber edliyeya Enqereyê daxuyanî da. Li qada ku daxuyanî lê hate kirin pankarta “Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafekî mirovî ye” hate daliqandin. Endama OHD’ê Dîlan Denîzhan a di daxuayiyê de axivî, diyar kir ku mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî hem mafekî komelî hem jî mafekî takekesî ye. Anku mafê her gelî û her takekesî heye ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibîne. Piştî daxuyaniyê endama OHD’ê Şevîn Kaya, ragihand ku ji bo kurdî bibe zimanê fermî weke parêzeran kampanyaya îmzeyê dane destpêkirin. 
 
Erzirom
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Erziromê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş di daxuyaniyê de wiha got: “Di serî de zimanê kurdî, divê astengiyên li ser hemû zimanan bên rakirin. Ji ber ku ziman, hebûna mirovan e, nasname û dîrok e. Lewma her tiştek bi ziman tê pênasekirin.” 
 
Colemêrg
 
Li Colemêrg û navçeyên wê jî daxuyanî hatin dayîn. Bi tevlibûna gelek kesan li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Colemêrgê daxuyanî hate dayîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Kadîr Şahîn di daxuyaniyê de wiha got: “Zimanê kurdî, yek ji nirxekî sereke, qedîm û dewlemend ê gelê kurd û mirovahiyê ye. Di dîrokê de bûye çavkaniya jiyana civakî û gelek ziman û çandan. Zimanê kurdî hebûna gelê kurd e, nasname, namûs û nasnameya neteweyî ye.” Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” hate berzkirin. Piştî daxuyaniyê, li navenda bajar belavok hatin belavkirin. Piştre jî li pêşiya avahiya partiyê li ber stranên kurdî govend hate gerandin. 
 
Li kolana avahiya DEM Partiyê ya navçeya Geverê jî bi tevlibûna gelek kesan daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” hate hilgirtin. Her wiha welatiyan dovîzên “Her dem li her derê kurdî”, “Ji bo zimanê kurdî li her derê û li her qadê têkoşîn” û “Bila kurdî bibe zimanê perwerdeyê” hatin hilgirtin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê Ercan Sevmez di daxuyaniyê de wiha got: “Gelê kurd dê li dijî zextan hebûn û nasnameya xwe biparêze, dê têkoşîna azadiyê mezintir bike û di nava jiyana rojane de bi hemû zaravayên xwe biaxive û hebûna xwe bi awayekî stratejîk biparêze.” 
 
Li navçeya Şemzînanê jî bi tevlibûna gelek kesan li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî hate dayîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê Agît Tekîn xwest ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê. 
 
Mûş
 
Li navenda Mûşê û navçeyên wê jî bi boneya 15’ê Gulanê meş û daxuyanî hatin lidarxistin. Endamên gelek sazî û dezgehan li navenda Mûşê hatin gel hev û meş li dar xistin. Girse heta pêşiya şaredariyê meşiya û li vir endamên PM’a DEM Partiyê Selamettîn Yilmaz axivî. Li navçeyên Gimgim, Kop û Milazgirê jî daxuyanî hatin dayîn.