Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê dike
- 11:31 9 Tebax 2024
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - 1'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dê sibê dest pê bike. Ji bo beşdarbûnê bang hat kirin.
Wê Şaredariya Dep a Xarpêtê û Komeleya Alîkariya Civakî, Pêşvebirin û Çandê ya Navçeyên Kîxî-Dep-Adakli-Yayladere-Yedîsû (KAYY-DER) di navbera 10-11'ê Tebaxê de 1'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dep'ê li dar bixin. Di çarçoveya mîhrîcanê de panel, seminer, meş, konser û çalakiyên cur bi cur bên lidarxistin.
Bernameya mîhrîcanê bi vî rengî ye:
10'ê Tebaxê
* Gerok Ma, wê Kargeha Zarokan li dar bixe. (10.00 -12.00)
* Wê Dîwana Dengbêjan bê danîn. (12.00-13.00)
* Wê li Hêwana Konferansê ya Şaredariyê bi beşdarbûna Parlamanetera DEM Partiyê Sumeyye Boz û Edîtora Kovara Jînê Rojda Yildizê panela "Jineolojiyê" bê lidarxistin.
* Wê li Baxçeyê Gel, konser bê lidarxistin. (19.00)
11'ê Tebaxê
* Wê kincên herêmî bên nasandin. (10.00 -13.00)
* Wê li Hêwana Konferansê ya Şaredariyê panela "Qirkirina Çandî" bê lidarxistin. (13.00-15-00)
* Wê li Hêwana Konferansê ya Şaredariyê li ser erdhejê panelek bê lidarxistin. (16.00-17.00)
* Wê Koma Hevra, Baran Bozyel, Jinên Kayy-Der û Sîpan Xelat li Baxçeyê Gel derkevin ser dikê.