Nêrgiz Îsmayîl: Nivîsandin min dikişîne nava bazdanekê

  • 09:04 12 Tebax 2024
  • Çand û Huner
 
Roza Metîna
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Nêrgiz Îsmayîl têkildarî ziman, wêje û rola jinan a di wêjeyê de da zanîn divê jin bi pênûsa xwe li pêş bin û ew zimanê xwe neparêzin ew ê nikaribin hebûna xwe jî biparêzin û got:”Nivîsandin min dikişîne nava bazdanekê.”
 
Nivîskar û Rojnameger Nêrgiz Îsmayîl a ku di qada ziman û wêjeya Kurdî de xwediyê kedeke giranbiha ye di heman demê de di kar û barên çapemeniyê de jî cihê xwe girtiye. Ji zarokatiya xwe heta niha bi lêgerîna bersivên pirsên ku bandorek li ser jiyana wê kiriye têkoşîna jiyanê daye. Bi pênûsa xwe gelek berhemên Kurdî çap kiriye û xizmeta ziman û wêjeya Kurdî kiriye.
 
Nivîskar Nêrgiz Îsmayîl a li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê hatiye dinê têkildarî ziman, wêje, rola jinan a di wêjeyê her wiha girîngiya parastina ziman û wêjeya Kurdî de axivî. Nêrgizê da zanîn divê kurd dev ji kokên xwe bernedin û wiha got:”Xaleke din a girîng em çiqasî ji serdemeke nûjen derbas bibin jî divê em dev ji zimanê xwe yê resen bernedin.”
 
Pirsên di zarokatiya Nêrgiz Îsmayîl de
 
Nivîskar Nêrgiz Îsmayîl di destpêkê de qala zarokatiya xwe û pirsên di hişê xwe de kir û wiha pê de çû:”Têgeha zarokatiyê heta mirinê jî bi me re dijî. Mirov di zarokatiya xwe de pêvajoyên cuda dijî. Ev zarokatî her tim di bîra me re de dimîne. Mirov çi dijî dîsa li wê bîrê vedigere. Li gor ezmûna xwe ya jiyanê ez wiha tê digihêm ku di derbasbûna temenê me re de her ew pirsên ku di zarokatiyê de mabûn û ji xwe re li bersivê digerin, dîsa xwe dubare dikin. Dibe ku di pêvajoya biçûkaniyê de cuda xwe dubare dike yan jî di pêvajoya ciwantiyê de ew pirs bi awayekî cuda xwe dubare dikin. Her wiha di mezinahî yan jî pijandina temenê me re de ew pirs bi şêwazeke cuda xwe dubare dike. Lê belê ew pirs her dimînin û li bersiva digerin. Pirsên di zarokatiya min de hinekî zehmet bûn. Pirsên mîna, ‘Ew leşker li wir çi dikin? Ew têl li wir çi dikin? Çima dengê xwe bilind dikin ? Çima xwe ji me aciz dikin? Çima zarokên Nisêbînê wan têlan derbas dikin? ’. Her wiha hinek bîranînên zarokatiyê hene. Zarokên keç ji Nisêbînê têl derbas dikirin û dihatin. Me ji xwe re dilîstin. Min pîvaz dida wan, wan jî tivir didan min. Dema me dilîst leşker li wir hebûn. Dengê xwe bilind dikir û digot, ‘Ji wir herin’. Me ji xwe pirs dikir û digot, ‘Çima dengê xwe ji me re bilind dike?’ Her wiha min digot, ‘Ew zarok çima diçin, ez çima vedigerim?’”
 
'Çima li dibistanê, zimanê ku mamoste diaxive ez fam nakim?'
 
Nêrgizê di dewamiya axaftina xwe de pirsên di hişê wê de tu carî bi dawî nedibûn, di pêvajoya zarokatiya wê de tim di mejiyê wê de bûn û wiha lê zêde kir:”Pirs tu carî nediqediyan. Min digot,’ Çima dengê fîşekan tê û çima li mala me dikeve? Çima ez xewnên xweş nabînim? Çima ez ditirsim? Çima dema ez diçim dibistanê, zimanê ku mamoste diaxive ez fam nakim? ’ Min nizanîbû ew ziman çi ye. Dema dihatim malê min ji dayika xwe fam dikir. Dapîra min bapîrê min stranên xweş digotin. Ez têdigihiştim ku çi dibêjin. Ji mecbûrî ez diçûm dibistanê. Ji ber ku biryara hatibû dayin wisa bû. Min dîsa digot, ‘Kê ev biryar daye ? Çima ez bi zorê diçim dibistanê ? Çima dema ez diçim dibistanê ez lêdanê dixwim? Çima ez digirîm lê çima hinek hevalên min nagirîn?’. Vana hemû di pêvajoya zarokatiya min de di mejiyê min de bûn.”
 
‘Bi lêgerîna bersiva pirsan em zû mezin bûn’
 
Nêrgizê diyar kir ku bi naskirina tevgera azadiyê re wê gotiye êdî deriyek ji bersivên pirsên min re vebûne û wiha got:”Dema ez zarok bûm zilm li bavê min dihat kirin. Min dîsa digot,’Çima bi ser mala me de digirin û bavên min dibin lê didên? Çima bavê min bi xwîn tê malê ?’ Ez dikarim bêjim lêgerîna bersiva van pirsan me zû mezin kir. Me mezinahiya xwe di zarokatiya xwe de dît. Ez gelek caran dipirsim û dibêjim, ‘Em zarok bûn gelo?’. Ji ber bi lêgerîna van pirsan em zû mezin bûn. Şert û mercên dagirkeriyê, qedexekirina zimanê dayikê, qedexekirina cil û bergên kurdî, çanda kurdî dîmenekî zarokatiya me bû. Em di nava vî dîmenî de jiyan. Ev pirsên hanê wekî xeniqandineke derûnî bû. Lê belê ez ji bo xwe wekî şansekê dibînim ku di destpêkên salên 80’ê de Tevgera Rizgariya Neteweyî girîng bû. Mal bi mal di nava gel de digeriyan. Şansa me çêbû ku Tevgera Rizgariya Neteweyî mal bi mal pênaseya Kurdistanê dikir. Wê demê şoreşgerên jin hatin mala me. Wê demê jî di nava pirsên xwe de ez li bersivan digeriyam. Bê guman wan bersiv didan. Deriyê wekî ronahiyê bi vî hawî ji min re vebû. Deriyê çand û hunerê jî li min vebûn. Kom hebûn û ez tevlê dibûm. Me rojên taybet pîroz dikirin. Wê demê wekî niha me nikaribû bi serbestî ev rojên taybet pîroz bikira. Me bi tirs bi bîr dianî û pîroz dikir. Di malan de me bi dengekî nizm pîroz dikir. Ew helbest û stranên me bi zimanê kurdî digotin ji bo min girîng bûn. Pir kêfa min ji wan re dihat. Bi vê re min digot êdî deriyek ji bersivên pirsên min re vebûne. Ev derî dema li min vebû wê demê min dikaribû henaseyeke azad bikişînim.”
 
‘Bi rêya hevala Edaletê min cara yekem pênûs girt’
 
Nêrgizê bal kişand ser çîroka nivîsandina xwe ya ewil û wiha dewam kir:”Hevala Edalet wê demê hebû. Ew jî ji xelkê Cizîra Botan e. Ji malbateke welatparêz bû. Ji ber zextan û valakirina gundan ew jî derbasî Qamişloyê bûbûn. Ew jî wê demê di nava kar û xebatên Tevgera Rizgariya Neteweyî de bû. Ew di jiyana min de xwediyê cihekî gelekî taybet e. Bi rêya wê min cara yekem pênûs girt û cara yekem min bi tîpên latînî bi kurdî nivîsand.Ez ji wê fêrî tîpên latînî bûm. Wê demê min ji dibistanê bêtir hez kir. Ji ber dema digot binivîse, ‘Welatê min Kurdistan e’, ev gelekî bi xweşiya min diçû. Ji ber ez baş têdigihiştim ev hevok çi ye. Dayika min jî ev hevok digot. Lê dema diçûm dibistanê bi zorê bi zimanekî dinê fêrî me dikirin. Mamoste bi zorê bi me dida gotin. Dema me nedigot jî me lêdan dixwar.”
 
‘Ez û pênûs bi hev re bûn heval’
 
Nêrgizê da xuyakirin dibe ku di jiyana xwe de wê bi gotina stranan jî hestên xwe anîba ziman lê wê nivîsandin tercîh kir û wiha got:”Wê demê ez û pênûs bi hev re bûn heval. Êdî ez çi dijiyam min çi zehmetî didît tirsên ku di hizra min de hebûn bi rêya pênûsê min dianî ziman. Min wê demê hestên xwe dinivîsand. Min di nava koma pirsan de dest bi nivîsandinê kir. Min nava nakokî û lêgerînan de dest bi nivîsandinê kir. Dibe ku di jiyana xwe de min bi gotina stranan jî hestên xwe anîba ziman lê min nivîsandin tercîh kir. Min ji zarokatî dest pê kir. Min helbest li ser Newrozê li ser Amedê û li ser gelek tiştên dinê nivîsand. Min li ser Cizîra Botan jî dinivîsand. Min bêriya welatê xwe dikir û min hesreta welatê xwe jî dinivîsand. Min bi rêya nivîsandinê bi serê ta girt û heta niha ew serê ta tê kişandin. Lê belê ez dibêjim hîna jî ez bi nivîsên xwe heq jê nayêm der ku bersivên wan pirsên xwe yên zarokatiyê bidim. Ez hîna jî li bersivên xwe digerim.”
 
‘Nivîsandin min dikişîne nava bazdanekê’
 
Nêrgizê bi lêv kir ku lêgerîna pirsan hişt ku di wî temenê biçûk de binivîse û wiha lê zêde kir:”Pirsgirêk û xweşiya herî mezin ji bo min çiye? Dema ez bersiva her pirsekê dibînim ez dibînim ku pêvajoyek derbas bûye. Ez dibînim ku bersivên ez dibînim jî di nava xwe de pirsekê diafirînin. Her wiha nivîsandin min dikişîne nava bazdanekê. Ez dibêjim ez ê bigihêjim cihekî û êdî temam e. Êdî ew bazdan wê biqede. Lê li derekê keşif dikim ku hîn min baz nedaye hîn ez di destpêka rê de me. Nivîs hestekî wiha bi min re çêdike. Wekî evînekê, eşqekê ez dibêjim min baz daye. Lê piştre dibêjim pêwist e ez bêtir baz bidim û hîn dawiya wê eşqê nehatiye. Loma gelekî bextewar im ku di nava wan komên pirsan de min nivîs hilbijart. Lêgerîna pirsan hişt ku di wî temenê biçûk de binivîsim.”
 
‘Wêje ziman bi gewde dike’
 
Nêrgizê di heman demê de bal kişand ser têkiliya di navbera ziman û wêjeyê de jî û wiha got:”Bê guman gelekî girîng e ku nasnameya gelekî bi çi tê pênasekirin. Elbet nasnameya gelekî bi hebûna ziman tê pênasekirin. Pêdiviya wî zimanî jî bi pêşxistinê heye. Loma avakirina dibistan û zanîngehan a bi zimanê dayikê jî girîng e. Her wiha zarok dema di nava malbatê de jî bi kurdî biaxive û hizir bi kurdî be wê demê ziman bêtir pêş dikeve. Wêje jî xemla zimên e. Wêje ziman bi gewde dike. Bê wêje ziman jî wê di nava civakê de pir zêde diyar nebe. Pirsgirêka me ya herî mezin gelek caran di nava gelek semîner û komcivînên xwe de jî em qada wêje û rewşenbîran nîqaş dikin. Ev wekî pirsekê niha xwe diavêje holê. Pêwistiya me niha bi wêjeyekî nûjen heye. Koka civakê li ser zimanê xwe ye. Gelo kîja welat dev ji ziman û wêjeya xwe berdide û xwe dixe bextê zimanekî dinê? Em bi kurdî nehizirin em ê çawa wêjeyeke bi kurdî biafirînin ? Ez wisa pênase dikim. Çawa bê av û bê hewa em nikarin bijîn em nikarin bê ziman û wêje jî bijîn. Ziman û wêje wekî cêwiyên hev in. Bê hevdu çênabên. Ewqas qirkirin û êrişên tunekirinê li ser zimanê me û wêjeya me heye. Loma xurtkirina zimên wê gelekî girîng be. Divê em ji her alî de xwediyê zimanê xwe yê resen bin. Divê em hemû zaravayên xwe biparêzin. Dema ez li çîrokên xwe yên têkildarî rastiya civaka kurd dinêrim ez dibînim ku bîra gelê kurd çiqasî dewlemend e. Ez dibînim ku dayik û bavên me çiqasî ev tişt di bîra xwe de parastine. Xebateke zehmet e lê belê ez dibêjim ziman bê wêje nabe. Di vê bîr û baweriyê de me. Kamilbûna wêjeyê jî ji ser zimanê resen derbas dibe.”
 
‘Divê em dev ji zimanê xwe yê resen bernedin’
 
Nêrgizê da zanîn divê kurd dev ji kokên xwe bernedin û wiha got:”Xaleke din a girîng em çiqasî ji serdemeke nûjen derbas bibin jî divê em dev ji zimanê xwe yê resen bernedin. Gelek welat di nava pêvajoyê nûjenbûnê de ne lê belê dest ji zimanê xwe bernedane. Dev ji kokên xwe bernedane. Xwendin, nivîsandin û perwerdeya xwe bi naveroka zimanê xwe pêş dixin. Divê tenê mesele ne çapkirina pirtûkan be. Divê em bêjin gelo ev wêjeya em diafirînin bi rastî dikare bibe xemla zimanê me. Dikare gelo wî rihê kurdewarî biparêze. Ya girîng ev e.”
 
Pirsgirêkên pê rû bi rû dimînin
 
Nêrgizê bal kişand ser pirsgirêkên ku pê rû bi rû dimînin û wiha got:”Pirsgirêke dinê jî heye. Ger ez vêya neynim zimên wê bi serê xwe kêmasiyek be. Yek ji pirsgirêka herî mezin ku em di vê qadê de jî pê rû bi rû dimînin ev e; dibistanên Kurdî hene, zanîngehên Kurdî hene, fakulteyên Kurdî hene, her malek bûye mala zimanê Kurdî lê belê beşek ji rewşenbîr û nivîskaran dibêjin ger dewlet zimanê Kurdî bi rengekî rewa nebîne ma em ê çima helbestên xwe çîrokên xwe serpêhatiyên xwe bi kurdî binivîsin. Van kesana bi xwe ji zimanê xwe hez nakin. Ew bi xwe zimanê xwe rewa nabînin. Ev pirsgirêkek gelekî mezin e. Vê helwestê ez wekî nexweşiya pençeşêrê pênase dikim.”
 
‘Em zimanê xwe neparêzin em ê nikaribin hebûna xwe jî biparêzin’
 
Nêrgizê da zanîn kuz iman stûna zexm a ziman e û wiha got:”Koka min û taybetmendiyek civaka min heye. Zimanê min bi qirkirinê rû bi rû ye. Ger em zimanê xwe neparêzin û nepejirînin em ê nikaribin hebûna xwe jî biparêzin. Her wiha divê di bin navê nûjeniyê de jî em gotinên xwe yên resen nedin jibîrkirin. Wekî mînak ‘ev axaftina te dilê min reş kir’. Ev gotineke resen a Kurdî ye. Di bin navê nûjeniyê de jibîrkirina gotinên resen ên Kurdî biyaniyê li me ferz dike. Ev jî bê guman mijareke têkoşînê ye.”
 
Berhemên Nêrgiz Îsmayîl
 
Nêrgizê bal kişand ser berhemên xwe û wiha got:”Min heta niha romanek, 6 pirtûkên çîrokan, pirtûkek pexşanê û 4 pirtûkên helbestê, yek a bîranînan min çap kirine. Ne bi hezaran bi milyonan çapkirina berhemên Kurdî gelekî girîng e. Berhemên min ji rastiya ku min jiyaye û min dîtiye derketine holê. Ez tiştekî dema nebînim û nekim hest ez nikarim binivîsim. Divê pênûsa jinê jî di qada şoreşê de hebe. Divê jin bixwe xwedî li ziman û pênûsa xwe derkeve. Her wiha divê jin bi xwe li rastiya xwe ya îro xwedî derkeve.”
 
Di wêjeyê de rol û mîsyona jinan
 
Nêrgizê bal kişand ser rol û mîsyona jinan a di wêjeyê de û wiha bi dawî kir:”Di wêjeyê rol û mîsyona jinan li Rojavayê Kurdistanê rojane tê nîqaşkirin. Di gelek semîner û panelan de jî ev tê nîqaşkirin. Bîra civakê gelekî girîng e. Di bîra me de kîja ziman û kîja lêgerîn heye ev muhîm e. Em niha di pêvajoya têkoşînê de ne. Şoreşek jinê pêk hatiye lê em nikarin bêjin bi temamî jin azad bûne. Qada wêjeyê pêwist e bê xurtkirin. Bi rastî berhem gelek çêbûne gelek pirtûkên jinan hatine çapkirin û li vir zimanê Kurdî jî pêş ketiye lê ev ne bes e. Dema jin bi xwe xwedî li qelema xwe dernekeve bi nêrîna min qelsiya herî mezin wê ev be, karesata herî mezin jî wê ev be. Li vir ez nivîsên jinan kêm dibînim.”
 
Nêrgiz Îsmayîl kî ye ?
 
Nêrgiz Ismayîl li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê hatiye dinê. Xwendina xwe li dibistana erebî heta refa nehan qedandiye. Ji temenkî biçûk de xwedî hestên nazik, germ û bi coş bû. Li beramberî jiyanê bi hurgulî dimeyzand. Nêrgiz Ismayîl ji temenê biçûkaniyê de ji dapîr û bapîrên xwe bandor bûye; gava li şevbuhêrkên wan rûdinişt û guhdarî stranên dengbêjî û çîrokên wan dikir di bin bandora wan de dima. Di temenê biçûk de tevlî komên çand û hunerê yên li bajarê Qamişloyê dibe. Destpêkê tevli koma zarokan a bi navê Kulîlkên Kurdistanê û paşî tevlî Koma Botan dibe. Di rojên taybet de helbest pêşkêş dikir, di heman demê de di koma govendê de cih digirt, her wiha şanogera ser dika çandê bû.
 
Di salên temenê xwe de her xwestiye ku li ser cewhera jinê nivîsan binivîse. Di qada wêjeyê de ji bo wê ev mijara herî sereke bûye. Her wiha di qada ragihandinê de jî cih girtiye. Nêrgiz Ismayîl yekemîn jina ku Koavara Asoya Jinê ya bi zimanê Kurdî xwedî ked e ku damezirandiye. Di sala 24’ê Gulana 2015’an de berga yekemîn çap kiriye. Li kêleka wê Kovara Sewt El E Heyat ku ew jî bi zimanê erebî bû di 24’ê Gulana 2015’an de berga yekemîn diweşand.
 
Di damezirandina radyoyên li Rojavayê Kurdistanê de cih girtiye. Taybet radyoyên FM. Li kêleka xebatên xwe yên çapemeniyê di gelek qadan de waneyên DENG Û DÛBLAJÊ DAYE û hîna jî dide. Gelek nifşên delal pêş xistine. Li kêleka van xebatan jî xwedî berhemenên dewlemend e ku hetanî niha jî mîna ava çemekî diherike û nasekine. Hestên nazenînî, hestiyarbûneke li beramberî xweza, civak, jin û jiyanê pir xurt e.
 
Di pêvajoya temenê xwe de her wextê hez ji nivîsa çîrokan kiriye, di ger û geşta xwe ya jiyanê de li ku derê maye li wê derê çîrokek hilbijartiye û nivîsandiye. Taybetî jî projeya wê ya herî mezin jî ew e ku di naveroka cildên Rûpelên Jînê de xemilî ne. Heta niha jî gihiştiye çapkirina 6 cildan.
 
Niha jî edîtora Kovara Afaq Almeraa ya ku bi zimanê erebî her du heyvan çapa xwe dike.
 
 Berhemên wê jî ev in:
 
1 – Xelata Xewna Min – Helbest/ 2003/ Çapxaneya Ronahî/ Qendîlê
 
2 – Hisret – Helbest/ 2004/ Çapxaneya Azadî Qendîlê
 
3 – Mêşîn – Helbest/2008/Çapa yekemîn Qendîlê/ Çapa duymîn Weşanxaneya Aram Amedê 2020
 
4 – Stêrvana – Pexşan/ Weşanên Akademiya Ziman, Dîrok û Wêjeya Kurdî Ya Celadet Bedirxan/2015/Qamişlo Çapxaneya Sîmav
 
5 – Guliyên Eşqê – Helbest/ Weşanxaneya Şilêr – Qamişlo/ 2019
 
6 – Rûpelên Jînê – Cilda – 1 /Çîrok/Qamişlo/ Weşanxaneya Şilêr 2018
 
7 - Rûpelên Jînê – Cilda – 2 /Çîrok/ Qamişlo/ Weşanxaneya Şilêr 2021
 
8 - Rûpelên Jînê – Cilda –3 /Çîrok/ Qamişlo/ Weşanxaneya Şilêr 2022
 
9 - Rûpelên Jînê – Cilda – 4 /Çîrok/ Qamişlo/ Weşanxaneya Şilêr 2022
 
10 - Rûpelên Jînê – Cilda – 5 /Çîrok/ Qamişlo/ Weşanxaneya Şilêr 2023
 
11 - Rûpelên Jînê – Cilda – 6 /Çîrok/ Qamişlo/ Weşanxaneya Şilêr 2023
 
12 – Çirrik – Roman/ Weşanxaneya Şilêr – Qamişlo/ Rojavayê Kurdistanê 2019