Klîba Egrîce ya bi mijara ‘Jin jiyan azadî’ hat weşandin

  • 11:31 7 Îlon 2024
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Klîba “Egrîce” ku mijara wê felsefeya “Jin jiyan azadî” ye di platformên medyaya dîjîtal de hate weşandin. 
 
Klîba “Egrîce” ku mijara wê azadî û vîna jinan û felsefeya “Jin jiyan azadî” ye li ser platformên medyaya dîjîtal hate weşandin. Klîba ‘Egrîce’ weke yekemîn berhema Rêxistina Merziyeye ya ji bo pêşxistina şiyanên hunerî yên jinan ku li ser kanala taybet ya Rêxistina Merziye hatiye belavkirin. Her sê dengbêjên navdarên Kurd yên jin Esrîn Seferî, Jîwer Husên û Julya Husên dibêjin û di heman demê de di klîbê de rol dileyzin.
 
Her wisa karê derhênerî û awazê ji aliyê hunermendê ciwan Pêşewa Remezan hatiye kirin û gotinên klîbê jî ji aliyê Seher Mûêzî ve hatiye nivîsin. Şêwazê klîbê bi temamî ji şêwazê klîbên hunerî yên Başûrê Kurdistanê cuda hatiye kişandin ku 41 kes weke rol di klîbê de dileyîzin. Derhênerê govend û leyistinên di klîbê de ji aliyê mamosta Firyad Hesen ve hatiye kirin.