Jinên Efrîqayê qetilkirina rojnamevanan şermezar kirin

  • 14:54 29 Tebax 2024
  • Cîhan
 
 
NAVEND NÛÇEYAN - Rêxistina Koordîneya Herêmî ya Cîhanê ya Jinan a Bakurê Efrîqa û Rojhilata Navîn hedefgirtina rojnamevanan şermezar kirin û diyar kirin ku li dijî zilm û zarodariyê ji bo ragihandina rastiyê wê bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ têkoşînê bikin.
 
Rêxistina Koordîneya Herêmî ya Cîhanê ya Jinan a Bakurê Efrîqa û Rojhilata Navîn, êrişa dewleta Tirk a li dijî rojnamevanan a li Silêmaniyê ku di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan, bi daxuyaniyekê şermezar kir.
 
Rêxistinê bang li tevgerên jinan ên li cîhanê kir ku li hember van êriş û zordariyan, bibin yek, eniya xwe xurt bikin û ji bo sekna li dijî pergalên zordest pêwîstî bi piştgiriya sînoran derbas dike, heye.
 
Her wiha rêxistinê eşkere kir ku sûcên wiha têkoşîna wan dê ranawestînin, berovajî wê xwîna şehîdan bibe çirûska mezinkirina têkoşînê heta wekhevî û edaletê bi dest bixin û li dijî zilm û zordariyê ji bo  ragihandina rastiyê wê bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têkoşînê bikin.