Li Stenbolê 7 Mîhrîcana Boreka Kurdan

  • 14:53 15 Îlon 2024
  • Çand û Huner
 
STENBOL - Di 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan a li Stenbolê de li dijî pişaftinê bertek hatin nîşandan. 
 
Komeleya Alîkariya Civakî, Pêşketin û Çandê ya Gêxî-Dep-Azarpêrt-Xorxol-Çêrmeyê (KAYY-DER) li Parka Mîmozayê ya Beykoz a Stenbolê 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan li dar xist. Bi zimanên kurdî û tirkî pankartên “KAYY-DER çanda Geliyê Periyê digihîne pêşerojê” û “Li dijî şewat, talanê em li Çewligê xweza û qadên jiyanê diparêzin” hatin hilgirtin. Parlamenterên DEM Partiyê Ayten Kordu, Celal Firat, Omer Faruk Hulaku, rêveberên bajar ên DEM Partiyê, Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu û gelek kes tev li bûn. 
 
Mîhrîcanê, bi pêşkeşkirina Borega Kurdan dest pê kir. Piştre jî li ber dahol û zirneyê govend hate gerandin û dengbêjan stranên xwe gotin. Piştre jî Koma Govendê ya Dîlanê derket ser dikê. Serokê Komîsyona Amadekar a Mîhrîcanê Azîz Enul anî ziman ku Borega Kurdan êdî di gastronomiyê de bûye sektorek. 
 
Azîz, diyar kir ku gelên Mezopotamyayê her tim ji pirçandîtiyê sûd digirin û axaftina xwe wiha qedand: “Me di vê rêyê de bedelên giran dan. Lê belê her tim em rastî pişaftinê hatin û li dijî me kedxwarî hate kirin. Mînaka vê ya herî şênber, gotin û lîstikên faşîzan ên li ser navê Borega Kurdan tên gerandin in.  Weke kedkarên Borega Kurdan em ê tu caran destûrê nedin vê yekê.” 
 
Piştî axaftinan, hunermend derketin ser dikê û mîhrîcan bi gerandina govendê domiya.