Malpera rojnameya Xwebûnê hate astengkirin

  • 13:07 18 Îlon 2024
  • Hiqûq
 
AMED - Malpera înternetê ya rojnameya Xwebûnê hate astengkirin. 
 
Malpera înternetê ya rojnameya heftane Xwebûnê ku weşana xwe bi kurdî dike, hate astengkirin. Li gorî biryara li ser malpera Saziya Agahiyên Teknolojiyê û Ragihandinê (BÎK); malpera "www.xwebun.org” bi biryara 5’emîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Edeneyê ve hatiye astengkirin. Parêzerên rojnameyê dê li dijî biryarê îtîrazê bikin.