Zarokê ku ket cuha avê jiyana xwe ji dest da

  • 14:24 19 Îlon 2024
  • Rojane
RIHA - Zarokê 3 salî ku li navçeya Haranê bi awayekî bi gûman ket cuha avê jiyana xwe ji dest da.
 
Li taxa Îmam Bakir a naveçya Harana Rihayê li gorî îdayan hat diyarkirin ku zarokê 3 salî Yusuh Bozkurt, yê li dora cuha avê ya nêzî mala xwe dilîst ketiye avê. Zarokê ku ketiye avê piştî bi demekê di nav avê de ji ber çav wînda bûye. Malata Yusuf piştî ku zarokê xwe nabînin di cuha avê de dest bi lêgerînê dikin. Di ecama lêgerînê de malbat zarkê xwe bi awayekî bê tevger di nava avê de dibîne û radike Nexweşxaneya Dewletê ya Haranê.
 
Yusuf, ê ku li beşa lezgîn ew girtin bin lênêrtinê, tevî hewldana bijîşkan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
 
Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.