Emîne Şenyaşar piştî dermankirinê ji nexweşxanê derket

  • 20:24 19 Îlon 2024
  • Rojane
ENQERE- Emîne Şenyaşar ku hat krîza sînîr derbas kir, piştî dermankirina li nexweşxaneya Guven şûnde, ji nexweşxaneyê derket.
 
Emîne Şenyaşar a ku li navçeya Pirsûsa Rihayê di 14’ê hezîrana 2018’an de du kurên wê û hevjînê wê ji hêla parazvan û xizmên parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine qetilkirin û kurekî wê jî hatiye girtin, beriya çalakiya xwe ya li ber meclîsê, xwest derbasî avahiya ku Koma DEM Partiyê lê ye bibe.
 
Lê polîsên meclîsê destur nedan Emîne Şenyaşar. Emîneyê bertek nîşanê atengyê da û çalakiya runiştinê pêk anî. Emîneyê lorand û rewşa wê xera bû. Xebatkarên tenduristiyê yên meclîsê mudaxaleya ewil kirin.
 
Li wir nexweşxaneya meclîsê EKG ya Emîneyê hat kişandin. Piştre rakirin nexweşxaneya Guven. Doktoran di encama kontrolê de tespît kirin ku tansiyonê wê bilind bûye û krîza sînîr derbas kiriye. Piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê derket.