Rûniştina jinên ji ber govendê ceza li wan hatibû birîn, hat lidarxistin

  • 13:29 18 Îlon 2024
  • Hiqûq
 
ÎZMÎR - Li Girtîgeha Jinan a Şakranê ji ber gerandina govendê û dirûşmên hatin berzkirin her wiha ji ber lîrandinê ceza li jinên girtî hatibû birîn. Rûniştina doza ku ji ber îtirazê hatibû vekirin, hat lidarxistin. 
 
Li Girtîgeha Jinan a Şakranê ji ber gerandina govendê û dirûşmên hatin berzkirin her wiha ji ber lîrandinê ceza li jinên girtî hatibû birîn. Rûniştina doza ku ji ber îtirazê hatibû vekirin, li 1'emîn Dadgeha Înfazê ya Karşiyaka hat lidarxistin. Parêzerên girtiyan tevli rûniştinê bûn. 
 
Di rûniştinê de parêzerê jinên girtî diyar kir ku cezayê hatiye birîn kêfî ye. Her wiha hat xwestin ku derbarê gardiyanan de lêpirsîn bê vekirin. 
 
Dadgehê diyar kir ku wê biryara têkildarî pêvajoyê di rojên pêş de eşkere bike.