Li Efganistanê rêgezek din a li dijî jinan hate erêkirin

  • 10:47 29 Tebax 2024
  • Cîhan
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efganistanê qedexe û zextên li ser jinan roj bi roj zêde dibin. Wezareta Belavkirina Fezîlet û Pêşîlêgirtina Bêexlaqê ya Talîbanê li dijî jinan zagona “Bi dengekî ku qasî civak bibîhîse” xist meriyetê.
 
Desthilatdariya Talîbanê ya li Efganistanê rêzek din a qedexeyan ku “Bi dengekî ku tê bihîstin di nav gel de diaxivin” pejirand. Rêgezên nû bi tevahî qedexe dike ku jin rûyê xwe li derveyî xaniyên xwe nîşan bidin. Di zagona nû de dengê jinan weke "bêexlaqî" tê binavkirin. Di zagonê de: "Jin dema ku ji mala xwe derdikeve divê deng, rû û laşê xwe veşêre." Ev qayde ji sala 2022’yan û vir ve bi biryarnameyên li welat tên sepandin, lê bi zagona herî dawî re fermî bûne.
 
Xalên qanûnê wiha ne: "Jin ji bo 'ji bo nekeve gunehê' divê rûyê xwe veşêre. Dengê jinê di çarçoveya 'heram' tê dîtin û divê li cihê giştî neyê bihîstin. Divê dengê bilind ên jinê di nav malê de jî stran û xwendina pirtûkê neyê bihîstin, divê cil û bergên jinan ne tenik, kurt û teng bin. Divê jin beden û rûyên xwe ji mêrên ku bi xwîn û zewacê ve ne girêdayî ne veşêrin, nihêrîna li beden û rûyê jinan qedexe ye û heman tişt ji bo jinên ku li mêran dinêrin jî derbasdare."
 
Her wiha ji mêran re qedexe ye ku porê xwe bi awayekî ku zagonên şerîetê binpê dike bibirin. Talîbanê her wiha qedexe kir ku berberan rîh bişon an jî bibire. Quralên nû ji mêran re hewce dike ku rîhên xwe bi dirêjahiya destan mezin bikin û lixwekirina kravatan jî qedexe ye. Her wiha zagon qedexe dike ku jin bi tena serê xwe taksiyê siwar bibin û li kêleka mêran rûnên. Qedexeyek din ji bo xêzkirinê hat. Li gorî vê yekê xêzkirina wêneyê çûk, heywan an jî malbatekê jî qedexe ye.
 
Her wiha kirîn û firotina peykerên ku zîndiyan nîşan didin jî hate qedexekirin. Kesên ku van rêgezan binpê bikin, dikarin ji cezayê pereyan heta sê rojan cezayê girtîgehê bistînin. Zagona ku ji aliyê serokê Talîbanê Haybetullah Axundzade ve hatiye erêkirin, heta niha neketiye meriyetê.