Li Herêma Marmarayê kampanyaya şandina pereyan
- 10:54 3 Kanûn 2024
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
STENBOL - Hevseroka MATUHAY-DER'ê Dîlek Demîr, derbarê kampanyaya şandina pereyan a ku dê di 9'ê Kanûnê de li Herêma Marmarayê bidin destpêkirin û got: "Şandina pereyan ne sûc e. Pereyê ku tê şandin diçe kaseya dewletê. Ji ber vê yekê eger ev sûc be, sûcdar dewlet e."
Pere şandina li girtîgehan bi hinceta "Rêxistinê fînanse dikin" wek sûc tê nirxandin. Li dijî biryarê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) kampanyaya şandina pereyan ji girtîgehên li Marmarayê re di 9'ê Kanûnê de dide destpêkirin. Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Amedê, bi heman armancê bi dirûşma "Pere şandina ji girtiyan re ne sûc e" kampanya dabûn destpêkirin. Di serdema berê de aktîvîstên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî ji bo girtiya nexweş Hatîce Onaran a ji ber şandina pereyan hatibû girtin, kampanyaya şandina pereyan dabû destpêkirin.
Ji bo ku bi kampanyayan re reflekseke civakî bê afirandin û hevgirtina bi girtiyan re weke sûc neyê nîşandan, gavek hat avêtin. Hevseroka MATUHAY-DER'ê Dîlek Demîr, der barê kampanyayê de nirxandinan kir.
Dîlek Demîr, diyar kir ku pere ji bo girtî hewcedariyên xwe pêk bînin tê şandin û wiha bi lêv kir: "Pereyên ku tên şandin ji xwe diçe ber destê rêveberiya girtîgehê. Pere şandin ne sûc e. Dewlet kurd û girtiyên siyasî bi vî rengî sûcdar dike. Pereyê ku tê şandin dikeve kaseya dewletê, heke sûcek hebe dewlet bi xwe sûcdar e. Em qala pereyên ku diçe dezgeheke dewletê dikin. Heke wisa be ev dezgehên dewletê dibin rêxistin. Ev sûcdarî bêhiqûqiyê nîşan dide. Bi vî rengî dixwazin girtiyan tenê bihêlin."
'Bi salan e li girtîgehan tecrîd heye'
Dîlek Demîr, daxuyand ku tecrîda li Îmraliyê destpêkir bandorê li tevahiya qadan kir û got: "Yek ji wan qadan girtîgeh in. Piştevaniya bi girtiyan wek sûc tê nirxandin û ev yek ji encamên tecrîdê ye. Li girtîgehan zext her ku diçe zêde dibe, xizmên girtiyan jî êdî tên girtin, ev yek girêdayî tecrîdê ye. Qedexekirina pere şandin jî wek tecrîd e. Bi salan e li girtîgehan tecrîdek tê meşandin. Ev yek mirov nikare ji tecrîda ku 26 sal in li hember Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin cuda bigire."
Di 9'ê Kanûnê de kampanya tê destpêkirin
Dîlek wiha bal kişand ser kampanyayê: "Li dijî bêhiqûqiyê û ji bo bi malbatên girtiyan re piştevaniyê mezin bikin di 9'ê Kanûnê de kampanyayê didin destpêbikirin. Divê pere şandin wek çalakiyek neyê dîtin ji ber ku ev yek hewcedariyeke jiyanî ye. Em bi kampanyayê dixwazin ji rewşa sûdarkirinê rizgar bikin. Ev mijar di raya giştî de zêde nehat dîtin. Hatîce Onaran ji ber ku pere ji Hatîce Yildiz a girtî û girtiyên din re şandiye hat girtin. Ev yek bû sedem ku em kampanyayek wisa bidin destpêkirin. Heke her beşên civakê piştevaniya çalakiyê bike dê ev biryar bê pûçkirin. Kampanya serê ewilî li Amedê dest pê kirin. Em wek herêma Marmarayê jî dê di 9'ê Kanûnê de kampanyaya xwe bidin destpêkirin. Em banga piştevaniyê li civakê dikin."