Ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin pankart hat daliqandin
- 19:45 22 Kanûn 2024
- Rojane
AMED-Ji aliyê Ciwanên DEM Partiyê ve ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, li Amedê pankart hat taliqandin û broşur hatin belavkirin.
Bertekên li dijî qetilkirina rojnammeger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan didomin. Li navçeya Rezan a Amedê li Herêma Tesîsler, ciwanên DEM Partiyê li ser Pira Karayolari pankarta bi nivîsa ‘bijî têkoşîna çapemeniya azad’ daliqandin.
Her wiha ciwanan li taxa Ofîs a Yenîşehîr a Amedê broşurên li ser ‘rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin’ nivîsandibû belav kirin.