Li Parîsê li dijî tecrîd û êrîşan mîtîng hat lidarxistin

  • 21:15 7 Îlon 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di mîtînga ku li Gare de Lestê hat lidarxistin de peyama, "Heta ku pergala Îmraliyê hilweşe û pirsgirêka Kurd çareser bibe em ê li qadan bin û li ber xwe bidin" hat dayîn.
 
Li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û êrîşên Tirkiyeyê ên li ser Kurdan li Parîsê hat şermezarkirin.
 
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan beşdarî mîtînga ku li ber Gare de Lestê hat lidarxistin bûn. Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre axaftin hatin kirin.
 
Hevseroka CDK-F Xanê Akdogan li ser navê TJK-F’ê axivî. Xanê Akdogan beşdarên mîtîngê silav kir û got:“42 meh in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Ev tecrîd ne tenê li ser Rêbertî, li ser me jî tê meşandin. Ji aliyekî tecrîd dewam dike û li aliyê din jî Kurdistan ji aliyê xayinan ve hatiye dagirkirin. Gerîlayên Azadiyê li dijî êrîşên dagirkeriyê û êrîşên kîmyewî yên li ser xaka Kurdistanê têkoşînek bê hempa dimeşîne û çiyayên azad li leşkerên Tirk û hevkarên wî teng dikin. Dewleta Tirk miriyên xwe vedişêre û îdîa dike ku bi awayekî din mirine. Bi vî awayî hewl dide têkçûna xwe ya di şer de veşêre, lê hemû cîhan dizane ku ew têkçûne û li wan çiyayan asê mane. Yên ku Kurdistanê pêşkêşî dewleta Tirk dikin mîna wan mehkûmî têkçûnê ne.”
 
Hevserokê din ê CDK-F’ê Şahîn Polat jî anî ziman ku divê li dijî dagirkerî, hevkarî, xiyanet û pergala îşkenceya Îmraliyê dengê xwe bilind bikin û wiha got: “Ji bo dagirkeriyê ji çar aliyê cîhanê çete kom kirin. Divê hêzên navneteweyî yên ku çete xwe spartine wan û hevkarên herêmî jî di nav de baş bizanibin ku me paşve gav neavêt, serî netewand û em ê têk neçin. Ev 42 meh in agahî ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku îradeya milyonan Kurdistanî ye nayê girtin û CPT û Konseya Ewropayê yek ji serkêşên vê tecrîdê ne. Hemû serlêdanên me bi hincetên cuda têne redkirin. Piştî serlêdanên 69 xelatgirên Nobelê wan daxuyaniyeke vala dan. Li vir em careke din diyar dikin ku heta pergala Îmraliyê hilweşe û pirsgirêka Kurd çareser bibe em ê li qadan bin û li ber xwe bidin."
 
Şahîn di dawiya axaftina xwe de banga beşdarbûna 32’emîn Festîvala Çanda Kurd a ku wê di 21’ê Îlonê de li Frankfurtê bê lidarxistin, kir.
 
Çalakî piştî axaftinan bi dirûşmeyên “Bimre xiyanet” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû