ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2024'AN
- 09:00 19 Cotmeh 2024
- Rojev
* Jinên di atolya bêrikan a 13 sal berê di bin bana şaredariya Wanê de hat vekirin dixebitin wiha gotin: "Em ligel stranan dixebitin. Em govendê digerînin. Her nexşek bêrikan wateyek wê heye.” BI DÎMEN
*Ji Piştevaniya Jinan a Kirkyama Tulay Korkutan derbarê windabûna Rojîn Kabaîş û mirina wê ya bi guman de axivî û got: "Li Kurdistanê bi kalekolên avakirine, tevî polîtîkaya zextê ya dagirkirinê jinek çawa dibe ku winda bibe. Em baş dizanin ku piştî lêpirsînek bi bandor bê meşandin li pişt tundî û destdirêjiya mêr heye.” BI DÎMEN
*Nûçegîhana me Rabîa Onver ku li Colemêrgê çeteyê fuhuş û hişbirê ku peywirdarên dewletê jî têdebû teşhîr kir, derbarê wêde lêpirsîn hatibû vekirin. Rabîayê diyar kir ku şerê taybet bi destê desthilatdariyê pêk tê û belav dibe. Her wiha daxuyand ku desthilatdarî ji ber ji çapemeniya azad ditirse her tim hedef digire. BI DÎMEN
*Rêvebera MEDYA-DER’ê Berîvan Canbey derbarê polîtîkayên asîmîlasyonê yên li hember kurdan û êrişên li hember kurdî axivî û wiha got: “Ji bo xwedîderketina li zimanê xwe yek ji xala girîng ev e ku zarok kurdî fêr bibin û ya duyemîn jî gel bên saziyên ziman yê hatine vekirin.” BI DÎMEN