ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2024'AN

  • 09:00 11 Mijdar 2024
  • Rojev
 
* Ji Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn Sîdar Aslan, da zanîn ku li dijî êrîşên li hember çanda Kurdî, bi hevkariya fîlm, şano û çîrokan parastinek cewherî ya çandî tê kirin. Sîdar Aslan got çand bi qasî şêweyê jiyanê ye şêweyê parastina ceweheri ye jî. Êrîşên li hember çanda Kurdî didomin. Gelê Kurd li her qadê di hewldana parastina çanda xwe de ye. Li dijî êrîşan bi şano, fîlm û sînemayê parastinek cewherî tê kirin. (DOSYA) DÎMEN HEYE
 
* Jinên li Xelfetiyê li dijî qeyûman li ber xwe didin diyar kirin ku ew qeyûman qebûl nakin û gotin li cem gel tu rewabûna polîtîkayên qeyûm tune ye. DÎMEN HEYE
 
* Ji Tevgera Zanîngehên Azad xwendekar Oykum Bozkurt beriya 25’ê mijdarê diyar kir ku wê berxwedana xwe ji kampusan ber bi kolanan li her derê bilind bikin û got yên xilas bikin ew in. DÎMEN HEYE
 
* Nûnerên rêxistinên jinan diyar kirin ku qetilkirinên jin û zarokan yên tên jiyîn ne tesadufin û ev ji ber polîtîkayên desthilatdariyê pêk tên.  Jinan gotin divê desthilatdarî li şûna teşwîqkirina ku zarokan çêbikin, bila zarokan biparêzin. DÎMEN HEYE
 
* Dayikên laçik spî yên ku bi rojan in li Êlihê li dijî tayînkirina qeyûman berxwedanek mezin didin, destnîşan kirin ku heta ew şaredariya xwe paşve negirin dev ji kolanan bernadin. Dayikan got ku daxwaza wan aştiyek mayîn de ye. BI DÎMEN