Bi parastina cewherî, rêxistin û têkoşînê ber bi 25’ê Mijdarê ve (13)

  • 09:04 13 Mijdar 2024
  • Dosya
 
Berxwedana jinan a xweparastinê…
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku li dijî tundiyê li ber xwe didin, ji bo bijîn mafên xwe yên xweparastinê bikar tînin; lê dîsa jî di lêgerîna edaletê de bi tenê ne. Her yek ji wan bang li civakê dike, “Parastina mafê me yê jiyanê ne sûc e”.
 
Bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî, em bal dikişînin ser asta şîdetê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê. Her roja ku derbas dibe jin li dijî şîdeta aborî, fîzîkî, derûnî û zayendî têkoşînê didin û lêgerîna xwe ya hiqûqî didomînin. Jinên ku li dijî her cure şîdetê mafê xwe ya parastina cewherî pêk tînin. 
 
Em ê di vê beşa xwe ya dosyayê de bal bikişînin ser çîroka jinên ku li ber xwe dane,  mafê xwe yê parastina cewherî û hiqûqî bikar anîne. 
 
Nahîde Opuz 
 
Nahîde Opuz ji aliyê Huseyîn Opuzê ku bi salan pê re zewicî lêdan dixwar. Huseyîn Opuz dayika Nahîde Opuzê bi gefa kuştinê dikuje. Nahide Opuz gelek caran daxwaza parastinê dike. Lê belê daxwazên Nahîde Opuz ên ji bo parastinê bê bersiv dimînin. Nahîde Opuz piştî ku li Tirkiyeyê pergala edaletê nekarî wê biparêze û malbata wê bêparastin hiştiye serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dide. Dadgehkirina Tirkiyeyê ya di vê sepanê de geşedaneke dîrokî ye ku eger pêşî li tundiya li ser jinê neyê girtin, berpirsyariya dewletan dixe nava pirsê.
 
Di sala 2009'an de, DMME'yê Tirkiye mehkûm kir. Ev doza yekem e ku DMME dewletek derbarê şîdeta nav malê de mehkûm dike. Dadgeh diyar dike ku Tirkiye bi têra xwe jinên rastî şîdetê tên naparêze û ev rewş mafê jiyanê bin pê dike. Ev biryar îlhamê dide Peymana Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê ya ku bi navê Peymana Stenbolê tê binavkirin ku armanca wê pêşîlêgirtina şîdeta nav malê ye. Tirkiye ji bo pêşîgirtina li şîdeta li ser jinê, dibe yekemîn îmzeya vê peymanê.
 
Doza Nahîde Opuz di têkoşîna li dijî şîdeta malbatê ya li Tirkiyeyê de weke xaleke veguherînê tê nirxandin. Ev biryara DMME'yê ji aliyê parêzvanên mafên jinan ve weke destkeftiyeke girîng tê dîtin û ji bo parastina jinan bingeheke hiqûqî ya xurt ava dike. Parêzvanên mafên jinan û rêxistinên sivîl ên li Tirkiyeyê bi vê dozê tekez dikin ku divê tundiya li ser jinê weke pirsgirêkeke nav malê neyê dîtin. Têkoşîna Nahîde Opuz di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ya li Tirkiye û cîhanê de mînakek hiqûqî ye.
 
Nevîn Yildirim 
 
Nevîn Yildirim mafê xwe yê parastina cewherî bikar anî û Nurettîn Gider ê ku di sala 2012'yan de li taxa Yalvaç a Ispartayê bi awayekî sîstematîk destavêtina wê kiribû, qetil kir. Ji ber destdirêjiyê Nevîn Yildirim ducanî ma û civak zextê li wê dike. Nevîn Yildirim a ku ji tu sazî û dezgehên dewletê piştgirî nedigirt, tevî hewldanên xwe yên parastinê jî demek dirêj desdirêjî berdewam kir. Nevîn Yildirim ji bo xwe biparêze Nurettîn Gider kuşt. Ev yek nîşan da ku mafê xweparastina cewherî çiqasî jiyanî ye.
 
Nevîn Yildirim a ku ji ber kuştina Nurettîn Gîder hatibû girtin, di sala 2015'an de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Yalvaç ve cezayê muebetê lê hat birîn. Parêzerên dozê bi daxwaza kêmkirina ceza û xweparastinê dosya birin Dadgeha Bilind. Di sala 2017’an de Dadgeha Bilind ji ber hincetên qanûnî ev biryar betal kiribû, lê di encama lêkolîna îtirazê ya sala 2019’an de cezayê heta hetayî yê Nevîn Yildirim hat erêkirin û di ceza de kêmkirin nehat kirin. Ev biryara ku bandoreke mezin li raya giştî kir, îspata wê yekê ye ku daraz li gorî zîhniyeta mêr tevdigere, di dozên tundiya li ser jinê de kêmkirina cezayan dide, di heman demê de kêmkirina dozên ku jin neçar in xwe biparêzin red dike.
 
Nevîn Yildirim bi nameyekê xemgînî û hestên xwe yên der barê cezayê muebetê de parve kir. Nevîn Yildirim di nameya xwe de balê dikişîne ser bêedaletiya ku pê re rû bi rû ye û îdiayên li ser wê di civakê de tên kirin.
 
Yasemîn Çakal
 
Yasemîn Çakal a li Stenbolê dijî, ji aliyê Ozkan Kaymakliyê ku pê re zewicî ye tim rastî tundiya fîzîkî û psîkolojîk tê. Tevî ku gelek caran serî li polîsan da û daxwaza parastinê kir jî, parastina pêwîst nehat kirin. Di sala 2014'an de Yasemîn Çakal a ji aliyê Ozkan Kaymakli ve rastî îşkence û qetilkirinê hat, mafê xwe yê parastinê ji bo parastina xwe bikar anî û Ozkan Kaymak qetil kir. Ev bûyer careke din girîngiya mafê xweparastinê yê jinan di têkoşîna li dijî şîdeta malbatê ya li Tirkiyeyê de tîne ziman.
 
Yasemîn Çakal destpêkê bi hinceta ku di çarçoveya "xweparastinê" de pêwîstî bi cezakirinê nîne hat berdan. Lê Dadgeha Edaletê ya Herêmê ev biryar betal kir û 15 sal cezayê girtîgehê li Yasemîn Çakal birî. Li ser îtîraza Serdozgeriya Komarê, Dadgeha Bilind biryara sûc betal dike û Yasemîn Çakal di çarçoveya "xweparastinê" de beraat dike. Ev pêvajo ji bo jinên ku li Tirkiyeyê mafê xwe yê xweparastinê bi kar tînin, weke mînakek hêvîdar tê dîtin.
 
Yasemîn Çakal piştî hat berdan nameyek nivîsand û spasiya jinên ku piştgirî dan wê kir û got: "Bi kêmanî hinek edalet pêk hat. Ez bi vê yekê pir kêfxweş im. Her tişt baş e. Ez spasiya hemû rêxistinên jinan dikim. Ez spasiya her hevalên xwe yên jin, parêzer û rêxistinên sivîl ên ku 9 sal in bi min re li ber xwe didin, dikim.  Divê hemû jinên ku ji ber bikaranîna mafê xwe yê parastinê tên darizandin, bên berdan.”
 
Çîlem Dogan 
 
Çîlem Dogan a li Edeneyê dijî, ji aliyê Hasan Karabulut ê ku pê re zewicî ye bi salan rastî tundiya fîzîkî û psîkolojîk hat. Çîlem Dogan a ku ji aliyê zilamê ku pê re zewicî bi darê zorê fuhûşê û gefa kuştinê lê xwaribû, ji bo xwe biparêze di sala 2015'an de Hasan Karabulut kuşt. Piştî vê bûyerê Çîlem Dogan dibe yek ji navên sembolîk ên şîdeta li ser jinê û mînakeke xurt a li dijî kuştina jinan.
 
Cezayê li Çîlem Dogan a ku bi daxwaza cezayê muebbetê yê giran tê darizandin, bi provakasyona neadil û kêmkirina tevgera baş daket 15 salan. Cezayê Çîlem Dogan a ku bi kefaleta 50 hezar TLyî hat berdan, ji aliyê Dadgeha Bilind ve bi dawî bû û hat ragihandin ku wê careke din bikeve girtîgehê. Çîlem Dogan berdêla ku li ber xwe dide bi cezayê girtîgehê yê din dide.
 
Çîlem Dogan bi nameya ku nivîsandiye xemgîniya ji ber cezayê ku lê xwariye û lêgerîna xwe ya edaletê tîne ziman. Çîlem Dogan di nameya xwe de ji hemû jinan bi taybet zarokên xwe re dibêje:  “Bi erêkirina 15 sal ceza we zaroka 8 salî ne Çilem Dogan mehkûm kir. Keça min emanetî we jinan e. Me ji edaleta mêr ti hêvî nedikir û dîsa em xapandin. Em ê mil bi mil têkoşîna xwe bidomînin. Têkoşîna jinan wê bi ser keve. Ez hemû jinan bi germahiya hevgirtinê hembêz dikim.”
 
Yildiz Tekman
 
Yildiz Tekman a li navçeya Xinûs a Erziromê dijî, ji aliyê zilamê ku pê re zewicî bû û bavê wî bi salan rastî tundiyê hat. Tevî ku gelek caran daxwaza parastinê tê kirin jî, parastina fermî nayê kirin. Yildiz Tekman a ku di sala 2016'an de ji bo xwe biparêze zilamê ku pê re zewicî qetil kir. Ev bûyer balê dikişîne ser lêgerîna edaletê ya jinan. 
 
Di rûniştina doza Yildiz Tekman de, dadgeh cezayê wê ji ber tehriq çêbûye kêm dike. Ev doz nîşan dide ku jinên li gundan dijîn ji jinên ku li bajaran dijîn zêdetir di peydakirina desteka qanûnî de zehmetiyan dikişînin. Parêzvanên mafên jinan ên li tevahiya Tirkiyeyê diyar kirin ku jinên li gundan dijîn zêdetir pêwîstiya wan bi piştgiriyê heye û tekez dikin ku divê kêmasiyên qanûnî yên di vî warî de bên rakirin. 
 
'Divê rêgezên qanûnî û tedbîrên tundtir bên girtin'
 
Parêzvanên mafên jinan destnîşan dikin ku piştî van bûyeran, ji bo parastina jinan divê rêgezên qanûnî û tedbîrên tundtir bên girtin. Têkoşîna jinê tîne bîra me ku divê şîdeta li ser jinê nebe asayî û li hemberî her cure şîdetê parastina xwe ya jinê mafekî xwezayî ye. Ev bûyer hişyariya civakî ya li dijî tundiya li ser jinê bilind dikin û dibin sembolên têkoşîna mafên jinan.