Li Helebê tundiya li ser jinê hat şermezarkirin
- 13:07 13 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Perwerde û Hîndekariyê ya Helebê bi boneya salvegera 25’ê Mijdarê li taxa Şêx Maqsûd Şerqî daxuyanî da û wiha hat gotin: "Em banga li hemû jin û rêxistinên jinan dikin ku li hemberî binpêkirinan bêdeng nemînin. Hêza xwe bikin yek û bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ve dakevin qadan."
Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, Komîteya Perwerde û Hîndekariyê ya bajarê Helebê li taxa Şêx Maqsûd Şerqî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de diruşmeya “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe biparêze” û alên Kongra Star hatin hildan. Di daxuyaniyê ku ji aliyê endama Komîteyê Denîz Mihemed ve hate xwendin, Mamoste û rêveberên Komîteya Perwerde û Hîndekariyê amade bûn.
Denîz Mihemed di destpêak daxuayniyê de bal kişand ser tundiya ku li dijî jinê tê meşandin û wiha got: “Ev sedsala ku em bawerin wê bibe sedsala şoreşa jinê em ê têkoşîna xwe mezin bikin û bi hêza xwe têbikoşin. Em 25’ê Mijdarê roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê bi rihê Jina Emînî, Sakîne, Leyla, Fîdan û Narîna biçûk pêşwazî dikin. Mercên şer ên ku em jê re dibêjin şerê cîhanê yê sêyemîn ku li gelek deverên cîhanê bi taybetî li Rojhilata Navîn bi pêş dikeve bê guman bandorê li hemû nirxên civakan bi taybet li jinê û zarokan dike. Ev şerê ku li cîhanê bi tevahî bi dest û zihniyeta desthilatdariya zilam a netew –dewlet pêk tê jinan, civakê û xwezayê qir dike. Tê dîtin ku şer herî zêde dibe sedema koçberî û qetilkirina jinan. Di rojeke wiha de ku cîhan behsa demokrasî ,azadî û mafên jinan dike, em dibînin ku hîn mafê jinan tên binpêkirin, dengê wan tê tepisandin, têne darvekirin û qetilkirin. Îro li Efganistanê qedexe li ser dengê jinan tê ferzkirin. Li Îranê hukmê darvekirinê der barê jinan de tê girtin.”
Denîz Mihemed bang li jinan kir ku li dijî cureyên tundiyê serî hildin û wiha bi dawî kir: “Em weke Komîteya Perwerde û Hîndekariyê banga hemû jin û rêxistinên jinan dikin ku li hemberî van binpêkirinan bêdeng nemînin. Hêza xwe bikin yek û bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ve dakevin qadan. Têkoşîna xwe li hemberî hemû cure tundî û zehmetiyên zayendperestî bilind bikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” dawî bû.