Ji Dîlokê piştgiriya berxwedana Xelfetiyê

  • 13:14 13 Mijdar 2024
  • Rojane
 
RIHA - Nobeda berxwedanê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li hemberî Şaredariya Xelfetî di roja 10'an de didome. Aktîvîstên TJA û siyasetmedarên Dîlokê serdana nobetê kirin. 
 
Di 4'ê Mijdarê de qeyûm tayînê li Şaredariya Xelfetî ya Rihayê hat kirin. Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10'an de li ber avahiya şaredariyê didome. Nobeta ku li ber avahiya şaredariyê hat destpêkirin pankarta "Ne qeyûm demokrasî" hat daliqandin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê Ferît Şenyaşar, hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan û rêxistinê DEM Partî yên bajêr û navçeyan tevlî nobeta îro bûn. 
 
Nobeta ku bi serdanan didome îro aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Rêxistinên DEM Partî yên bajêr û navçeyên Dîlokê, Hevberdevka Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê Mehmet Bozgeyik û bi dehan kes serdana berxwedêran kir. 
 
Girseya ku ji Dîlokê hatin bir dirûşm û tilîliyan hatin pêşwazîkirin. Di nobetê de govend hatin gerandin û axaftin hatin kirin. 
 
Nobeta berxwedanê ya li dijî tayînkirina qeyûm hatî destpêkirin didome.