Meclisa Jinan a KESK'ê: Em ê ji bo mafên xwe li qadan bin
- 13:37 14 Mijdar 2024
- Rojane
ENQERE - Meclisa Jinan a KESK'ê ji bo çalakiya hefteya 25'ê Mijdarê daxuyanî da çapemeniyê.
Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û xetên kar ên girêdayî wan bi boneya 25’ê Mijdarê hatin cem hev û bernameya xwe ya hefteyekê ya ji bo Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê bi daxuyaniyê eşkere kirin. Sekretera Jinan a KESK'ê Done Gevher daxuyanî xwend.
'Em ê dengê xwe bidin bihîstin'
Done Gevher, diyar kir ku ji bo bernameya çalakiya 25'ê Mijdarê eşkere bikin hatin gel hev û bal kişand ser tundiya li ser jinê ya ku li welat her ku diçe zêde dibe û gihiştiye asteke ku êdî nayê paşguhkirin. Done Gevher got, "Helwesta desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li hemberî zêdebûna şîdetê, bi gotina 'Li hemû cîhanê tundî heye' normalîzekirina tundiyê ye." Li dijî vê helwestê em ê bi jinan re li kargeh, kampus, qadan, meclîs, medyaya dîjîtal û li her cihê ku dengê xwe bigihînin têkoşîna maf û jiyana xwe bikin yek. Rêberên otorîter ên ku hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê serokatiya hikûmetê dikin, bi îdeolojiyên xwe yên zayendperest, olî û neteweperest êrîşên xwe yên li ser beden, nasname û keda jinan didomînin."
Bila êrîş bi dawî bibin
Em bi hev re di nava têkoşînê de ne ku dibêjin divê êrîşên li ser mafê dengdanê yên ku ji aliyê qeyûm ve hatine desteserkirin bi dawî bibin, şaredar/hevşaredarên hilbijartî rêveberiya bajaran bidomînin û ji bo jinên ku nikarin ji raya giştî sûd werbigirin xizmetên bi zimanê xwe yên zikmakî bên dayin.
Bernameya Meclîsa Jinan a KESK'ê ya 25'ê Mijdarê wiha ye:
*Di 16’ê Mijdara 2024’an de bi beşdariya Meclîsên Jinan ên Herêmî û MYK’ên jinan ên xetên kar, em ê li dijî desteserkirina îradeya gel, bi hevre serdana Şaredara Êlihê Gulistan Sonuk bikin.
*Di 18’ê Mijdara 2024’an de em ê ji hevalên xwe yên jin ên li girtîgehan girtî re kartan bişînin.
*Di 20'ê Mijdara 2024'an de em ê bi daxuyaniyên xwe yên çapemeniyê û çalakiyan li qadan bin û daxwaza xwe ya Budçeya Zayendî bînin ziman û em ê van daxwazan bigihînin mîtînga xwe ya 30'ê Mijdarê.
*Weke Meclisên Jinan ên KESK'ê em ê di nava hefteyê de serdana jinên kedkarên berxwedanê bikin.
*Em ê îmzeyên ku di çarçoveya kampanya îmzeyan a di meha cotmehê de dabûn destpêkirin di 25'ê Mijdarê de bibin meclîsê û bi parlamenterên jin ên partiyên ku di meclîsê de komên wan hene re hevdîtinan pêk bînin.
* Di nava hefteyê de em ê li kargehên xwe û li ber kargehan civîn û daxuyaniyên ku dê balê bikşînin ser girîngiya rêxistinbûn, berxwedan û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, newekheviya zayendî û çewisandin û mêtingeriyê li dar bixin.
*Em ê li şaxên xwe bi kedkarên jin ên ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ne re civînên piştevaniyê li dar bixin û di nava hefteyê û 25'ê Mijdarê de jî li hemû bajaran bi platformên jinan re em ê li kolan û kuçeyan bin."