ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2024'AN

  • 09:00 19 Mijdar 2024
  • Rojev
*Derbarê xweparastina li dijî tundiyê de Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Songul Guler wiha got: "Li dijî tundiyê zanistek hewce dike. Zanebûn pêwist dike. Divê parastineke te ya cewherî hebe. Fikr, raman û ruh pêwist dike. Ev yek jî tenê bi rêxistinbûnê pêkan e." DOSYA/ BI DÎMEN 
 
*Jinên ku li bajarên konteyniran dimînin diyar kirin ku ji ber krîza aborî tevî hewaya qirêj ew neçar in sebze ji bo  zivistanê hişk bikin û gotin ku dewlet alîkariya wan nake. DÎMEN HEYE
 
*Leyla Bûge ya ku li navçeya Şaxê dijî û di 15 saliya xwe de bi zilamekî 15 sal jê mezintir re hatiye zewicandin, yek ji jinên ku jiyana xwe bi têkoşînê didomîne ye. Leyla Bûge ya ku li gel zextên dewletê û bi zextên feodal û civakî re jî rû bi rû maye, bang li jinan kir ku bêyî  serî li ber mêran bitewînin, têkoşîna xwe bidomînin.  DÎMEN HEYE
 
*Her ku em nêzî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê dibin, mêr teqez dikin ku helwesta dijminatiya pergalê ya li hemberî jinê, di zêdebûna komkujiyên li ser jinan de bi bandor e. Mêr dibêjin ku çareserî hevgirtina kolektîf û rêxistinkirî ye. DÎMEN HEYE
 
*Rojnameger Gulfem Karataş, der barê êrîşên li hemberî rojnamegeran û tundiya polîsan de axivî û got, “Hewl didin pênûsa me bişkînin.” Her wiha bang li raya giştî û hevrêyên xwe yên rojnameger kir ku li dora têkoşînê bibin yek û got, "Ji bo rastî derkeve holê divê rojnameger li kêleka gel bin." DÎMEN HEYE