'Divê koletî nebe para jinê'

  • 09:02 20 Mijdar 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Endamê PYD'ê Mihemed Şêxo têkildarî tundiya li ser jinan axivî. Mihemed Şêxo diyar kir divê tundî li jinê neyê kirin û wiha got:"in di Şoreşa Rojava de bedelên herî giran û pîroz ji bo parastina destkeftiyan dane, divê koletî nebe para wê."
 
Endamê Rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratik (PYD) Mihemed Şêxo têkildarî tundiya li ser jinan axivî. 
 
Jin têkoşîna li dijî tundiyê didin meşandin
 
Mihemed Şêxo di destpêka axaftina xwe de wiha  got:"Bi boneya 25'ê Mijdarê em weke mêrên bajarê Helebê daketine qadan. Jin ji salên dirêj de her bi koletî û tundiyê re rû bi rû man. Bi avakirina Şoreşa Rojava re jinan têkoşîna derketina li dijî tundiyê da meşandin û heya roja me ya îro berdewam e. Ji bo ku ev zihniyeta mêrserwer ku ewqas sal in li ser jinan xwe daye ferzkirin têk biçe divê em têkoşînê bikin."
 
Divê tundî li jinan neyê kirin
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Mihemed  Şêxo gotina Abdullah Ocalan bi bîr anî û got:"Ji ber ku jin di nava dîroka koletiyê de demek dirêj jiya Rêber Abdullah Ocalan digot 'Heya jin azad nebe wê civak jî azad nebe'. Îro jinên Şoreşa Rojava vê yekê di têkoşîna xwe de didin îsbatkirin ji ber ku di roja me ya îro de jin bûye stûna bingehîn a civakê. Divê jin azad bijîn û tundî lê neyê kirin."
 
'Divê koletî nebe para jinê'
 
Di dawiya axaftina xwe de Mihemed Şêxo ev tişt anî ziman û got:"Jin di Şoreşa Rojava de bedelên herî giran û pîroz ji bo parastina destkeftiyan dane, divê koletî nebe para wê. Îro ji bo em li tenişta jinan di civakek azad û demokratîk de bijîn her di nava têkoşîna guhertina zihniyeta baviksalar de ne. Ev yek jî wê bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocelan pêk were."