Ji DAKAHDER’ê panela ‘Nifş bi nifş têkoşîna jinan’

  • 20:52 20 Mijdar 2024
  • Rojane
AMED - DAKAHDER’ê panela bi sernavê ‘nifş bi nifş têkoşîna jinan’ pêk anî û der barê dîroka têkoşîna jinan de nîqaş hatin meşandin.
 
Komeleya Rewşa Jinê ya Piştevaniyê (DAKAHDER),bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetweyî panela bi ser navê’nifş bi nifş têkoşîna jinan’ pêk anî. Gelek jin tevli panel ali Mala amedê pêk hat bû. Seroka Lijneya Rêveberiya DAKAHDER’ê Parêzer Asli Pasînlî moderatoriya panelê kir û aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata wek axaftinker tevli bû.
 
Jinan der barê dîroka têkoşîna jinan de nîqaş meşandin û balkişandin ser girîngiya rêxistibûna di têkoşîna jinan de.