Bertek nîşanî hedefgirtina pankarta 'Jin jiyan azadî' dan

  • 16:01 22 Mijdar 2024
  • Rojane
 
 
ENQERE - Meclîsa Jinan a KESK'ê bertek nîşanî hedefgirtina wan ji ber ku  pankarta "Jin jiyan azadî" li Şaredariya Çankayayê daliqandin da. 
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li Şaredariya Çankayayê kampanyaya îmzeyan li dar xist. Di çarçoveya kampanyaya ku di 7’ê Mijdarê de dest pê kir û heta 20’ê Mijdarê dom kir, îmze hatin komkirin, ku tê de daxwazên pêkanîna qanûnên heyî yên ji bo pêşîgirtina li tundiya li dijî jin û zarokan û vegerandina qanûnên bi ku destkefiyên jinan e. 
 
Her wiha pankarta "Jin jiyan azadî" li salona şaredariyê ya ku kampanya lê dihat lidarxistin hat daliqandin. Dema kampanya di 20’ê Mijdarê de bi dawî bû pankart ji qada çalakiyê hate rakirin.
 
Lê piştre Şaredarê berê yê Enqereyê Melîh Gokçek û Rêxistina Bajarê Enqereyê ya Partiya Zafer bi rêya medyaya dijîtal KESK û Şaredariya Çankayayê kirin hedef. 
 
'Ev dirûşm bû malê hemû cîhanê'
 
Berdevka Meclîsa Jinan a KESK'ê Done Gevher bertek nîşanî hedefgirtin û gefan da û diyar kir ku şaredarî qadên xebatê ne û mafê wan e ku her cure çalakiyan li dar bixin. Döne Gevher, diyar kir ku wan di vê çarçoveyê de kampanyayek li dar xistine û got ku ew êrîşa li dijî dirûşma "Jin jiyan azadî" qebûl nakin. Döne Gevher got, “Em li pişt dirûşma xwe ne, em vê êrîşê qebûl nakin. Em vê weke êrîşa li dijî dirûşmek ku li hemû cîhanê belav bûye dibînin. Em ê tu carî qebûl nekin.