Ji Baroya Colemêrgê 'Xeta Alo Şîdetê'
- 13:18 24 Mijdar 2024
- Rojane
COLEMÊRG- Navenda Mafên Jinan a Baroya Colemêrgê ji bo jinên rastî şîdetê tên, "Xeta telefonê ya tundiyê" ava kir.
Navenda Mafên Jinan a Baroya Colemêrgê (KHM) ji bo jinên rastî şîdetê tên, "Xeta Alo Şîdetê" ava kir. Jinên ku rastî şîdetê tên wê bi rêya xeta telefonê ya 7/24 vekirî be bi KHM'ê re têkilî daynin û xizmetê bistînin. Armanca KHM’ê ew e ku desteka hiqûqî û alîkariya derûnî bide jinan.
Jinên ku rastî tundiyê tên dikarin bi hejmara telefona "0538 877 10 30" serî li KHM'ê bidin.