Li Helebceyê li dijî tundiyê pêngava 16 rojî dest pê kir
- 15:06 25 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wek gelek navçeyên din li Helebceyê jî di çarçoveya pêngava 16 rojî ya bi boneya 25’ê Mijdarê de çalakiyên cur be cur hate destpê kirin.
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya Beramberî Jinan, li Helebceyê çalakiyên ji bo balkişandina ser rola jinê ya di nava civakê de û tundî û zexta li ser tê kirin, destpêkirine.
Îro li Pirtûkxaneya Giştî ya Helebceyê, Rêveberiya Têkoşîna Dijî Tundiya Beramberî Jin û malbatê bi hevkariya rêxistinên hikûmet û rêxistinên taybet yên ji bo mafê jinan, bi diruşmeya ‘Ji bo dawîanîna li tundiya dijî jinan, ti hincetek ya nefesgirtinê nîne’ pêngava 16 rojî hate destpêkirin.
Têkildarî pêngavê Mamostaya Zanîngehê Befraw Reuf ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Weke Koma Xebatê ya Helebceyê, me plansaziyeke berfireh amade kiriye. Pêngava 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ji 8 çalakiyan pêk tê. Yek ji wan jî perwerdekirina xwendekarên beşa yasayê ya zanîngeha Helebce li ser xizmetguzariyên yasayî, derûnî û civakî ji bo rûbirûbûna dozên tundiya li ser jinan. Di heman demê de dê ji bo dadweran ji bo qanûna statûya kesane nîqaşek vekirî were kirin. Her wiha tabloya malbatek bextewar dê li ber deriyê bajêr were daliqandin.”
Rêvebera Ofîsa Mafê Mirovan a Helebceyê Gulistan Ehmed jî li ser heman mijarê wiha axivî: “Îsal peyama me ew e ku em hîn zêdetir hişyariyê belav bikin û bi hev re ji jinan re bibêjin em bi we re ne. Her wiha em peyamê didin hikûmetê ku divê qanûnên baştir werin danîn û qanûnên heyî bên sererastkirin. Em ji bo rola jinan piştgiriyeke baştir dixwazin.”
Gulistan Ehmed di dewama axaftina xwe de qala şîdeta li ser jinan kir û wiha domand: “Tundî li hemû navçeyên Kurdistanê heye. Lê li sînorê parêzgeha Helebce li gorî naçveyên din kêmtire. Lê ger buyerek tenê jî be, tê wê wateyê ku li sînor tundutijî heye. Divê em wek sazî ji bo rawestandina vê tundiyê bixebitin, da ku em bikarin malbatek bextewar û ferdekî baştir di civakê de mezin bikin.”