Li Wêranşarê qetilkirina rojnamegeran hat protestokirin

  • 15:10 22 Kanûn 2024
  • Rojane
 
RIHA - Di daxuyaniya li Wêranşarê ya têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de wiha hat gotin, "Nazim û Cîhan her tim bûne dengê heqîqetê û Rojava."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Rêxistinên navçeya Wêranşar a Rihayê, ji bo Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim ku di 19’ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê balafirên bêmirov ên artêşa Tirk ve hatin qetilkirin, li ber rêxistina navçeyê daxuyaniya çapemeniyê da. Hevşaredara Wêranşarê Bedriye Yorgun, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Di daxuyaniyê de ku wêneyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan û pankarta "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" hat hilgirtin, daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Wêranşarê Ramazan Diril ve hat xwendin.
 
'Çapemeniya azad mezin bûye'
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan nîşaneya dijminatiya li hemberî gelê kurd, jin û zarokan e û wiha hat gotin: “Çapemeniya azad a ku di bin şert û mercên herî dijwar de dixwaze rastiyan ji raya giştî re ragihîne, li hemû cîhanê hewldaneke cidî dide. Ji ber vê yekê gelek rojnameger hatin qetilkirin û girtin. Tevî van zext û çewisandinan jî têkoşîna çapemeniya azad mezin bûye û wê mezin bibe. Nazim û Cîhan her tim bûne dengê heqîqetê û Rojava.
 
Daxuyanî bi dirûşma "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" û tilîliyan bi dawî bû.