Neteweyên Yekbûyî: Zextên li ser jinên Behayî zêde bûne
- 14:23 24 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Bilind a Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî di derbarê binpêkirin û zextên rejîma Îranê yên li ser jinên Behayî de raporek belav kir. Di raporê de hat diyarkirin ji sêyan duyê girtiyên Behayî jin in û bêy ku sedemek yasayî hebe hatine girtin.
Komîsyona Bilind a Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî di derbarê binpêkirin û zextên rejîma Îranê yên li ser jinên Behayî de raporek belav kir.
Di rapora NY’ê de hatiye diyarkirin ku niha ji her demê zêdetir jinên Behayî li Îranê tên binçavkirin, tên lêpirsînkirin, tên windakirin, bi ser malên wan de tê girtin, dest bi ser mal û mulkên wan de tên girtin, azadiya wan a derketinê tê sinordarkirin û demên dirêj di girtîgehan de tên hiştin.
Her wiha hatiye diyarkirin ku ji sêyan du yê girtiyên Behayî jin in û bêy ku ti behaneyek yasayî hebe hatine binçavkirin. Hatiye gotin ku jinên Behayî rûbirûyê çewisandin û zextan tên.
Di beşek din a raporê de Komîsyona Mafên Mirov a NY’ê diyarkiriye ku ew van zextên li ser jinên Behayî qebûl nakin û şermezar dikin.
Ev jî di demek de ye beriya niha 15 jinên Behayî ji aliyê rejîma Îranê ve ji bilî cezayê girtîgehê gelek cezayên din jî li wan hatibû birîn.