‘Qirkirina jinan girêdayî polîtîkayên dewletê ye'
- 09:03 24 Kanûn 2024
- Hiqûq
Elfazî Toral
STENBOL - Parêzera dildar a Komeleya Pêşî Jin û Zarok Bîlge Çarpici, diyar kir ku yek ji sedemên zêdebûna tundî û qirkirina jinan polîtîkaya dewletê ye û got ku divê mirov li dijî hiqûqê jî têbikoşin. Bîlge Çarpîcî destnîşan kir ku ev komkujî û tundî encax bi têkoşîneke hevpar dikare bê astengkirin.
Komeleya Pêşî Zarok û Jin, rapora xwe ya "Têkoşîna Jinê ya 2024'an" di rojên barî de li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Kadikoya Stenbolê eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku di sala 2024’an de li Tirkiyeyê qirkirina jinan û şîdeta li ser jinan weke pirsgirêkeke civakî wê bidome. Di rapora ku daneyên jinên di 11 mehên destpêkê yên salê de hatine qetilkirin cih digirin, hat diyarkirin ku Komeleya Pêşî Zarok û Jin, ji roja damezrandina xwe ya 7’ê Kanûna 2018’an û vir ve desteka hiqûqî û derûnî dide jin û zarokên ku tundî li wan tê kirin. Hat destnîşankirin ku komeleyê ji damezrandina xwe heta niha zêdeyî 400 bûyerên kuştina jin û şîdeta zayendî de piştgirî daye mexdûran, ji bo cezakirina kiryaran têkoşiyaye û vê têkoşînê encam daye.
Parêzera dildar a Komeleya Pêşî Zarok û Jin Bîlge Çarpici, der barê rapora "Têkoşîna Jinê ya 2024'an" de nirxandinan kir û ji JINNEWS'ê re behsa têkoşîna ku ew ê di dema pêş de bidomînin, kir.
Bîlge Çarpici da zanîn ku di demên dawî de zêdebûna qetlîamên jinan bi polîtîkayên dewletê ve girêdayî ye û got, “Eger dema jin tê qetilkirin, yekem tişta ku tê nîqaşkirin, çi li xwe kiriye û heta bahsa reengê kincê wê tê kirin, ev tê wateya ku derbarê vê kuştinê de dê tu encam neyê bidestxistin. " Bîlge Çarpicî, anî ziman ku divê kesa ku bê lêpirsînkirin ne jina ku hatiye qetilkirin, kiryar be û diyar kir ku li şûna ku bûyer bê ronîkirin, astengkirin heye. Bîlge Çarpici bal kişand ser rola çapemeniyê ya di qetlîamên jinan de jî û muameleya polîsan a li hemberî jinan a dema diçin midûriyeta polîsan wiha got: “Di vir de rola çapemeniyê jî gelekî girîng e. Dema zarokek yan jî mezinek ku hatiye îstismarkirin bixwaze dozê veke, li pêşiya wan astengî tên derxistin. Ev jî tê wateya ku e hêzên hiqûqî, ango polîs û cendirme, welatî arasteyî rêyên şaş tên kirin û ev jî gelek girîng e."
'Divê têkoşîn bê zêdekirin'
Bilge Çarpicı, bi bîr xist ku divê têkoşîna li dijî qetlîamên jin û zarokan li her qadê bê zêdekirin û got: “Em wek komele hewl didin hema hema xwe bigihînin 81 bajaran. Em her meh li derdora 25-30 bajaran diçin tevli dozan dibin. Em hem wekî temaşevan û hem jî ji bo şopandina dozan li wir in. Hevalên me yên rojnameger û rêxistinên jinan jî bi me re tên. Di van rewşan de dibe ku beraat jî bê dayîn, lê ev yek tenê deqeyekê me xemgîn dike. Deqeyekê em difikirin ka em ê çi bikin û tavilê gavê diavêjin. Dema me ku em xemgîn bibin tune ye. Em demildest dikevin liv û tevgerê û bi çûna dadgeha bilind pêvajoyê didin berdewamkirin."
'Tahrîka neheq biryarek siyasî ye'
Bilge Çarpıci destnîşan kir ku divê daxistina ceza bi hinceta tahrîka neheq bi tevahî ji holê bê rabin û destnîşan kir ku ev ne pirsgirêkek hiqûqî ye, pirsgirêkek siyasî û wiha berdewam kir,"Ya sereke parastina zilam e an ronîkirina kuştinekê ye? Dema ku di mijareke wîha de tahrîka neheq bê rojevê, li gorî min ev tê wateya pîrozkirina mêr. Cezayê kuştina jinekê divê ne 10 sal b. Ger wusa be, dadger dê kujerên din ên potansiyel teşwîq bike. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê, biryarên berê pir girîng in. Di sala dawîn de weke komele bêyî kêmkirina caeza ji ber tahrîka neheq cezayê muebetê dihat birîn. Dixwazin ku biryarên wiha zêde bibin."
'Divê mirov bi hiqûqê re jî têbikoşin'
Bîlge Çarpici da xuyakirin ku pêşîgirtina li komkujiyên li ser jinan û xwegihandina encamê têkoşînê dirêj dewam kir û ev tişt got: “Ji bo pêşîgirtina tundiya li ser jinê gelek sal derbas bûn û ji bo bidawîkirina wê jî wê gelek sal derbas bibin. Di van salên dawî de ez bûm şahidê gelek tiştan; Mixabin bi qanûnan mirovan dixapînin. Ji ber vê yekê jî divê mirov li dijî hiqûqê têbikoşin. Em ji bo xwe bigihînin edaletê bi zehmetî têdikoşin, ev ne tiştekî hêsan e. Gihîştina edaletê bi rastî rêyek tevlihev e. Li Tirkiyeyê bidestxistina tiştan zehmet e."
'Dema em bi hev re tevbigerin em xurtir dibin'
Bîlge Çarpici di dawiyê de wiha axivî: “Em di têkoşînê çiqasî bên astewngkirin jî em ê hemû bi hev re bin û bi awayekî komî vê têkoşînê mezin bikin. Em ê li ber xwe bidin, em ê tu carî serî netewînin. Dema em bi hev re tevbigerin em xurtir dibin. Girîngiya ronakbîriyê di vê wateyê de pir mezin e. Em her tiştî baş nizanin, lê bi baweriya min em wek civak pêwîste di warê wekheviya jin û mêr û mafên anûnî de perwerde bibin û mixabin vê perwerde di dibistanan de hêza xwe ji dest daye. Dibe ku divê em vê perwerdeyê li cihekî din xurt bikin.”