MKG û DFG: Wê pênûsa me nekeve erdê
- 16:04 25 Kanûn 2024
- Rojane
STENBOL - Bi civîna çapemeniyê ya ku bi pêşengiya MKG û DFG'ê der barê rojnamegerên hatin qetilkirin û girtin de hat dayîn, peyama parastina pênûsên rojnamegeran hat dayîn û hat gotin, "Hêza heqîqetê her tim desthilatdaran ditirsîne."
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî komkujî û girtina rojnamegeran ku zêde dibin li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Stenbolê ya Beyogluyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li salona civînê ya ku pankarta "Em ê rojnamegeriyê biparêzin" hat daliqandin, wêneyên rojnamegerên hatin qetilkirin û hatin girtin hatin hilgirtin. Komaleya Jinê ya Demê, Jinên bi Hev re Hêzdar, Alinterî, Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Çîçek Otlu, Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD), Tevgera Jinên Azad (TJA), gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek rojnamevan beşdar bûn. Metna çapemeniyê ji aliyê xebatkara Rojnameya Yenî Yaşam Ezgî Çadircî ve hat xwendin.
Ezgî Çadircî bi bîr xist ku rojnamevan Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn dema nûçeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin di encama êrîşa bi balafirên bêmirov ên Tirk de jiyana xwe ji dest dan. Ezgî Çadircî, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên weke binçavkirin, girtin, destdirêjî û astengiyên li hundirê welat û wiha got: "Hikûmeta ku êrîşên Îsraîlê yên li ser rojnamevanên li Filistînê 'şermezar' dike, bi xwe rojnamevanan bi heman rêbazên ku Îsraîl bikar tînin, dike hedef."
Hedefgirtina rojnamegeran sûc e
Ezgî Çadircî, diyar kir ku xebatkarên çapemeniya azad ji ber nûçeyên xwe ne tenê bi doz, girtin û binçavkirinê, bi qetilkirinê rê jî rûbirû dimînin û wiha bi lêv kir: "Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên hatine qetilkirin mînaka herî dawî ne. Divê rojnamegerên ku li herêmên pevçûnan raya giştî agahdar dikin hem ji aliyê hiqûqa navneteweyî, hem jî ji aliyê makezagon û zagonan ve bên parastin. Bi SÎHA'yê hedefgirtina rojnamegeran sûc e. Rojnamegerên ku qetilkirina rojnamegeran protesto dikin jî bûn hedef. Hevalên me yên rojnameger li Stenbolê xwestin beşdarî daxuyaniyê bibin bi îşkenceyê hatin binçavkirin û girtin."
'Hêza heqîqetê bû kabûsa destdihatdariyê'
Ezgî Çadirci, da zanîn ku derbarê rojnameger Seyhan Avşar a ku bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran da, nûçeya T24 a qetilkirina rojnamgeran û berteka Baroya Stenbolê de lêpirsîn hat vekirin û wiha bi lêv kir: “Derbarê gotinên rojnameger Ozlem Gurses de lêpirsin hat destpêkirin û cezayê hefsa malê lê hat birîn. Lê çeteyên DAIŞ'ê yên di komkujiyê de cih girtine tên berdan. Wek 6 DAIŞ'î yên ku êrişê Balafirgeha Ataturkê kiribûn û di encamê de 45 kes hatibûn kuştin serbest hatin berdan. Her wiha 18 DAIŞ’î yê ku DAIŞ fînanse dikir jî serbest hatin berdan. Lê belê rojnameger tên girtin. Em dizanin ku tişta li vir tê hedefgirtin rastî ye. Ji ber ku Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji çavkaniyên sereke bûn ku raya giştî agahdar dikirin. Ji ber vê yekê bûn hedef. Hêza heqîqetê her tim desthilatdaran ditirsîne. Hêza heqîqetê her tim bû kabûsa her desthilatdariyê. Ji ber vê yekê rojnameger dibin hedef."
'Em pêvajoya hiqûqî dişopînin'
Piştî daxuyaniyê gelek kes axivîn. Ji parêzerên OHD'ê Esra Kiliç ku ewil axivî wiha got: “Her kesên hatin binçavkirin rastî gelek binpêkirinên mafan ên wekî îşkence û gefan hatin. Em ê roja înê li dijî hemû îşkence û muameleya xerab serlêdana sûc bikin. Em ê pêvajoya hiqûqî jî bişopînin.
'Darbeya li mafê gel ê agahîgirtinê ye'
Paşê Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û got: “Di demên dawî de tundî û zextên darazê zêde bûne, dixwazin rojnamegeran ji qadan derxînin. Em bi gelek mînakên vê yekê re rû bi rû ne. Niha em dibînin ku her kes dikare were girtin. Em bi gelek binpêkirinan re rû bi rû ne. Tirkiye bi xwe jî destûra bingehîn binpê dike. Hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin. Astengkirina mafê raya giştî ya gihandina agahiyan û agadarnekirina wan ji rastiyan derbeyek li mafê gel e. Pirsgirêka me ev e. Parastina rojnamegeran erka sereke ya her kesê ku azadiyê dixwaze ye. Ji ber vê yekê weke parêzvanên mafên mirovan em ê mafê raya giştî û hemû rojnamevanên ku rastiyan ji raya giştî re radigihînin biparêzin û ev berpirsyariyeke mirovî ye.”
'Heqîqet nayê veşartin'
Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlu jî got, “Ji bo ragihandina rastiya Rojava nûçe tên çêkirin. Ji bo dengê gelê Rojava bigihînin cîhanê dixebitin. Li dijî hemû derew û dezenformasyonên medyaya qesrê heqîqetê ji raya giştî re radigihînin. Ger aştiyeke bi rûmet ji bo gelên Tirkiyeyê pêk were, wê bi hêza çapemenya azad ku heqîqetê radigihîne pêk were. Pênûsa Çapemeniya Azad tu carî nakeve. Em Nazim û Cîhan bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînin. Heqîqet nayêr veşartin." ‘Hakikat asla öldürülemez’
'Wê pênûsa wan nekeve erdê'
Hevseroka DADÊ Kadriye Dogan a ku herî dawî axivî, bal kişand ser van tiştan: “Ew dengê rastiyê bûn. Hewl didin dengê rastiyê qut bikin, lê hevalên wan hene ku pênûsa wan li erde nehêlin. Em bi dewleteke û sîstemeke ku kesên ne wekî xwe terorîst dibine re rû bi rû ne . Aştî li vî welatî pêkan e, modela ku em hemû dixwazin e. Divê demildest rojnameger bên berdan. Têkoşîna wan wê ti carî bi dawî nebe.”
Civîna çapemeniyê bi dirûşmên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.