Li Qamişloyê jinek hat qetilkirin

  • 21:51 29 Kanûn 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qamişlo jinek ji aliyê xizmê wê ve hat qetilkirin.
 
Li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinek hat qetilkirin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA), jina bi navê H. li taxa Qidûrbeg a Qamişloyê ji hêla xizmekî wê ve hatiye qetilkirin.
 
Hat diyarkirin ku gumanbar teslîmê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajêr bûye.