Ji Xeta Jinê bernameya piştevaniyê
- 19:38 4 Çile 2025
- Rojane
STENBOL- Xeta Jinê bi dirûşmeya ‘Şoreşa Rojava ji bo hemû jinan şoreşa hebûna azad e’ bernameya piştevaniyê pêk anî.
Xeta Jinê bi dirûşmeya ‘Şoreşa Rojava ji bo hemû jinan şoreşa hebûna azad e’ bernameya piştevaniyê pêk anî. Bernameya piştevaniyê li KAYY-DER’ê pêk hat.
Gelek jin tevli bernameyê bûn û berhemên bi destên xwe çêkiribûn yên wekê tablo, xişir raxistin. Her wiha di bernameyê de muzîk û helbest jî hatin pêşkêşkirin.
Bername bi govendê bidawî bû.