Dîrektora CFWIJ’ê: Tirkiye qanûnên ku rojnamegeran diparêze nas nake
- 09:03 10 Çile 2025
- Rojane
Melike Aydin
ÎZMÎR - Dîrektora CFWIJ’ê Kîran Nazîsh diyar kir ku Tirkiye qanûnên ku ewlehiya rojnamegeran digire, cidî nagire û got divê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo parastina rojnamegeran erka xwe bîne cih û rola aktîf bilîze.
Di 23’yê Tebaxa 2024’an de li Başûrê Kurdistanê rojnamegerên jin yên Kurd Hêro Bahaddîn û Gulîstan Tara hatin qetilkirin. Di 19’ê Kanûnê de jî li Rojava di encama êrişa SÎHA’yê ya Tirkiyeyê de rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jiyan axwe ji dest dan. Tevî Koalîsyona Jinan a di Rojnamegerê de (CFWIJ) der barê qetilkirina Hêro Bahaddîn û Gulîstan Tara de, name ji NY’ê re şand jî xebatek bi bandor nehat kirin.
Dîrektora CFWIJ’ê der barê mijarê de axivî û da zanîn ku divê NY ji bo parastina rojnamegeran hîn bêtir rola xwe aktîf bilîze.
‘Êrîş bi armanca bêdengkirina gelê Kurd tên meşandin’
Kîran Nazîsh da zanîn ku êrişa dawî ya li ser îstasyona Radyo û Televîzyon ya Rojava ku û qetilkirina nûçegîhanan darbeyek mezin li a azadiya çapemeniyê ye û wiha got: “Bi vê dixwazin dengê Kurdan bibirin. Di alî CFWIJ û Azadiya Çapemeniya Jinê de ev bûyer, kontrola rejîmên zextxiwar nîşan dide. Mînak îmhakirina îstasyonê stratejiyeke. Êrîşkar dixwazin dengê muxalîfan biçewisînin.”
‘Rewşa dijwar xistin bin qeydan’
Kîran Nazîsh daxuyakirin ku êrişa li hember rojnamegerên kurd civak hedef girtiye û got: “Qetilkirina Cîhan û Nazim ne tenê hedef girtina şexs bû. Heman demê de ev êrişek li hember çapemeniya Kurd a kolektîfe. Di 31’ê Kanûnê de jî li Silêmaniyê RJAK û Kampanya Gizing Berbeyan a ji Jin Tv re weşand dikir bi zexta Tirkiyeyê hat girtin. Ev êrişek li dijî jinan e. Girtina Kampanya Gizing Berbeyan sînyala êrişa li hember hebûna jinan a di qada cemawerî de ye.”
Hevgirtina global pêwist e’
Kîran Nazîsh bi lêv kir ku hewlanên wisa xetereyê ava dikin û bang ir ku ji bo parastina rojnamegerên jin divê civaka navneteweyî bikeve tevgerê û wiha dawî lê anî: “Civaka Navneteweyî divê ji bo parastina rojnamegerên jin hesab bipirsin. Qetilkirina Hêro Bahaddîn û Gulîstan Tara binpêkirina hiqûqa navneteweyî bû. Her du rojnameger wek endamên çapemeniyê hatibûn nasîn lê tevî vê hedef hatin girtin.”
‘Divê NY aktîf rola xwe bilîze’
Kîran Nazîsh daxuyakirin ku di vê çarçoveyê de name ji NY’ê re şandine û bendewariyên xwe wisa rêz kir:
“* Lêkolîna serbixwe û zelal: Divê Neteweyên Yekbûyî lêkolîneke serbixwe û zelal derbarê van bûyeran de bide destpêkirin û berpirsan eşkere bike.
* Platforma Şermezarkirina Cîhanê: Divê Neteweyên Yekbûyî biryara Lijneya Giştî ya ku van cînayetan şermezar bike qebûl bike.
* Pêkanîna biryara hejmar 2222: Pêkanîna biryara hejmar 2222 ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ku li ser parastina rojnamegeran girîngiyê dide, pêk bê.
* Ev êriş parçeyek ji stratejiyeke berfireh a bêdengkirina dengên ku li dijî zilmê diaxivin in. Divê NY rûmeta mîrateya rojnamegeran bigire û bi biryarî azadiya çapemeniyê biparêze."