Ji bo rojnameger Selamet Turan biryara tehliyeyê
- 14:54 9 Çile 2025
- Hiqûq
AMED - Di danişîna doza rojnameger Selamet Turan de 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate dayin û biryara tehliyeyê hate dayin.
4'emîn danişîna doza rojnameger Selamet Turan ku bi îdiaya “Emdamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Selamet Turan ku ji 12’yê Sibata 2024’an ve girtî ye û parêzerê wê Resûl Tamur di danişînê de amade bûn. Malbata Selamet Turan û xizmên wê jî tev li danişînê bûn.
Di danişînê de dozger mutalaa xwe pêşkeş kir û xwest ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ceza li were dayin û rewşa girtî bidome.
Rojnameger Selamet Turan di danişînê de bi Kurdî axivî û îdia red kir û got; “Ev nêzî saleke bi awayekî derhiqûqî hatime girtin” û daxwaza tehliheya xwe kir. Parêzer Resûl Tamûr jî parastina miwekîla xwe weke mînak nîşan da û got ku xebatên wê ne xebatên rêxistinê ne û daxwaza beraet û tehliyeyê kir.
Şandeya dadgehê jî biryara xwe eşkere kir. Şandeyê, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da û biryara tehliyekirinê da.