Ji bo Pexşan Ezîzî kampanya îmzeyan
- 20:32 9 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîstên Îranê ji bo cezayê darvekirinê ya li girtiya siyasî Pexşan Ezîzî hatiye birîn bê betalkirin, kampanya îmzeyan da destpêkirin.
Aktîvîstên Îranê yên li Îranê dijîn, têkildarî cezayê darvekirinê ya li girtiya siyasî Pexşan Ezîzî ya ji aliyê rejîma Îranê ve daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê Pexşan Ezîzî a cezayê darvekirinê lê hatiye birîn neyê jibîrkirin û ev hate gotin: “Em kezên îmzeya xwe didanin binê vê daxwaznameyê, dixwazin demildest cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî bê rakirin. Daxwaz li her kesê dikin ku ji bo azadiya Pexşan Ezîzî yekdeng bin.”